'Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji êrîşa li ser Amedsporê berpirsyar e'
KCDK-E'yê têkildarî êrîşa li ser Amedsporê ya li Bûrsayê daxuyaniyek da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji êrîşê berpirsyar in.
KCDK-E'yê têkildarî êrîşa li ser Amedsporê ya li Bûrsayê daxuyaniyek da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji êrîşê berpirsyar in.
KCDK-E'yê êrîşa li Bûrsayê ya di dema maça navbera Bûrsaspor û Amedsporê de li hemberî tîma Amedsporê hate kirin, şermezar kir.
KCDK-E'yê ragihand ku hikumeta AKP-MHP'ê ya ku nerazîbûna li qada sporê ya li hemberî felaketa erdhejê bilind bû dixwaze bigihîne asteke cuda, di maça Bûrsaspor-Amedsporê de dest bi helwdana lînçê kir û anî ziman ku bi vî rengî dixwaze rovanşa şermezarkirinê û hêrsa li trîbûnan hilîne.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li Tirkiyeyê hêrsa bi rêk û pêk û nayê guhertin a li dijî Kurdan xwe li her qada jiyanê nîşan dide. Nêzîkatiya nijadperestî ya klûba Bûrsasporê ya li hemberî Amedsporê ne tenê li dijî tîmeke futbolê ye, lê belê li dijî bajarê Amedê û tevahiya gelê Kurd e.
Amedsporê beriya maçê jî bal kişandibû ser provokasyonê û işaret bi metirsiyê kiribû. Polîsên ku ji parastina lîstikvanan û alîgirên wan berpirsyar in, bi xwe tevlî hewldana lînçkirina lîstikvanan û alîgirên wan bûn.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku di binê enqazê de maye û ji bilî derewan tiştekî nake, çi dike bila bike wê hesabê her zordariyê bide û têk biçe.
Amedspor bi tenê nîne, divê bi tenê neyê hiştin."