Derheqê Ayşe Gokkan lêpirsîn

Derheqê Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan bi hinceta daxwaznameya ku nivîsî lêpirsîna disîplînê hate destpêkirin.

Derheqê Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebertiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê ya 22'emîn  13'ê îlonê li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê hat dîtin. Dema rûniştinê bi fermana serokê dadgehê, polîsan êrîş birin ser parêzerên parastin ku parastin dikirin û kesên ku beşdarî dozê bûbûn, parêzer bi lêdanê ji eywana rûniştinê hatibûn derxistibûn. Li ser tiştên qewimîbûn parêzeran daxwaz kiribû ku ew dadger red bikin. Lê ji ber demê ev daxwaza parêzeran jî hatibû redkirin. Li ser vê parêzeran têkildarî tiştên qewimîn li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK)  gilî kirin. 
  
Hat diyarkirin, ji bilî tiştên li rûniştina Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne qewimîn, ji ber daxwaznameya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîsandibû, derheqê wê  lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin. Parêzerê Gokkan, Mûharrem Şahîn, têkildarî mijarê ji Jinnewsê re axivî ev tişt got: “Yek ji lêpirsîna ku hatiye destpêkirin bi îdiaya ku li gorî rêgezên rayedarên girtîgehê tevnegeriyaye. Lê lêpirsîneke bi vî awayî ne gengaz e. Mijar tune ye sucdarî tune ye. Ya din jî ji ber dawaznameya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye şandin e. Em ê giliyê midûrê girtîgehê gilî bikin.”