Der Standard: Arinç rola polîsê 'baş' Erdogan yê 'xirab' dileyize

Der Standard: Arinç rola polîsê 'baş' Erdogan yê 'xirab' dileyize

Greva birçîbûnê ya girtî û siyasetmearên Kurd a ku ketiye roja 63’yemîn di rojeva çapemeniya navneteweyî de ye. Rojnameya Awusturya nirxandina “Bulent Arinç rola polîsê baş, Erdogan jî rola yê xirab dileyîze” kir. Kovara Franse l’Experess jî diyar kir ku grevên birçîbûnê Enqereya ku ji ber zextên li Kurdan dike tê rexnekirin, xistiye tengasiyê.

Nûçegihanê Stenbolê yê yek ji rojnameyên mezin ên Awusturyayê Der Standard Markûs Bernath der barê greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd de nûçeyek sernûçeya “Erdogan dixwaze bi darê zorê xwarinê bi hukûmxwariyên Kurd bide xwarin” nviîsand. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku rewşa tenduristiya derdora 15 hukûmxwarî û girtiyan gihiştiye asteke xeter. Markus Bernath da zanîn Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê hukûmetê Bulent Arinç li aliyekê ji bo çareseriyê bi siyasetmedarên Kurd re hevdîtin pêk tîne û li aliyeke din jî Erdogan dibêje “şow û şantajê dikin.”

‘ARINÇ POLÎS BAŞ, ERDOGAN POLÎSÊ XIRAB E’

Rojnameya Awusturyayê ji bo Erdogan û Arinç tesbîta “polîs baş, polîsê xirab” kir û got: “ji bo Parvekirina rola manevraya hukûmeta Tirk li hemberî greva birçîbûnê ya derdora 700 girtiyên Kurd a ku du meh in berdewam dike, wiha kirine.” Bernath da zanîn ku Erdogan ji bo rê li ber gotûbêjeke navxweyî ya siyaseta navxweyî vebike cezayê îdamê aniye rojevê.

GAVA ERDOGAN RANÊ SORKIRÎ YÊ MIRÎŞKÊ DIXWE...

Markus Bernath diyar dike ku Erdogan ragihandiye ku ger pêwîst bike ew dê mudaxeleyê greva birçîbûnê bikin û nivîsand ku ev yek ev yek bi taybet di “Tirkên rewşenbîr” de bîranînên xirab careke din zindî kiriye. Bernath “Operasyona Vegera Jiyanê ya 2000” di nava donikê de bi kar aniye û bi bîr dixe ku di vê operasyonê de bi dehan girtî jiyana xwe ji dest dane.

Balkêş e ku rojnameyê wêneyê Erdogan ê ku dema ranê sorkirî yê mirîşkê dixwe hatiye kişandin weşandiye. Erdogan gava nerazîbûn nîşanî greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd dabû, wekîlên BDP’ê bi xwarina goştê berxikan ya 2 meh beriya greva birçîbûnê tawanbar kiribû.

‘GREVA BIRÇÎBÛNÊ DESTHILATIYA TIRK XIST TENGASIYÊ’

Her wiha, kovara heftane ya Frensî L’Express di hejmara xwe ya dawiyê de cih da grevên birçîbûnê û nîqaşên li ser cezayê îdamê. L’Expressê bal kişand ku nîqaşên îdamê di demek ku gotûbêjên li ser pirsgirêka Kurd dijwar dibin de hate rojevê û bi bîr dixe ku greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ketiye meha duwemîn.

Kovara Frensî l’Express diyar dike ku ji roja şemiyê ve parlementerên BDP’ê destekê dane “tevgera” girtiyên Kurd û cih dide daxuyaniyên Erdogan ên “şantaj û şow.” . Kovara Franse l’Experess jî diyar kir ku grevên birçîbûnê Enqereya ku ji ber zextên li Kurdan dike tê rexnekirin, xistiye tengasiyê.