Der heqê Demîrtaş de fezleke hat amadekirin

Piştî axaftina Serokkomar Erdogan, ji bo rakirina mafê destlênedanê yê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş, fezleke hat amadekirin.

Li ser daxuyaniya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a beriya hilbijartinê gotibû, "AKP'ê tîmekî hîleyê yê ji 3.500 kesî ava kiriye" Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Suleyman Soylû giliyê wî kiribû û li ser vê gilîkirinê fezleke hat amadekirin.

Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îdîa kir ku Demîrtaş "sînorên aşkerakirina nêrîn û ramanê derbas kiriye."

Serdozgeriyê der heqê Demîrtaş de biryar da ku li gorî xala 83. a Destûra Bingehîn "daxwaza rakirina destlênedanê" bê kirin.

Fezlekeya li gorî vê hat amadekirin, ji bo pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin ji Wezareta Edaletê re hat şandin.

Serokkomar Erdogan di axaftina xwe ya duh de gotibû, "Pêwîste rêveberên vê partiyê berdêla vî karî bide, ferd bi ferd, kes bi kes. Xala 14. a Destûra Bingehîn gelek derfetan pêşkêş dike." Erdogan bi van gotinên xwe re ferman dabû.