Der barê endamên Platforma Pîştevaniya Taksîm de daxwaza girtinê
Der barê endamên Platforma Pîştevaniya Taksîm de daxwaza girtinê
Der barê endamên Platforma Pîştevaniya Taksîm de daxwaza girtinê
Der barê Platforma Pîştewaniya Taksîm de piştî tawanbariya “Rêxistina îllegal” hat kirin û şûnde 12 endamên wê yên biribûn edliyeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 38 kes jî hatin berdan.
Ji 60 kesên ku roja Duşemê li Taksîmê hatibûn binçavkirin 12 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û 38 kes jî hatin berdan.
Di nav kesên tê xwestin werin girtin de ji Platforma Pîştevaniya Taksîm Sekretera Giştî ya Şaxa Stenbolê ya Odeya Mîmaran Mucella Yapici, Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP Ender Îmrek û ji HDK'ê Alî Çerkezoglu jî hene.
Kesên bi daxwaza girtinê sewqî girtigehê hatine kirin ev in: Akîf Burak Atlar, Mucella Yapici, Alî Çerkezoglu, Kamîl Tekerek, Beyza Metîn, Ender Îmrek, Sabrî Orcan, Suleyman Solmaz, Haluk Agabeyoglu, Mustafa Aytaç, Aral Demîrcan, Erdem Ateş.