Demîrtaş: Eger ji we tê, de fermo
Selahattîn Demîrtaş der barê destlênedanê de axivî û got, "Me dizî kiribe, me nelirêtî kiribe divê em tavilê bên darizandin. 550 parlamenter em biçin û destlênedanê rabikin. Eger ji we tê, de fermo."
Selahattîn Demîrtaş der barê destlênedanê de axivî û got, "Me dizî kiribe, me nelirêtî kiribe divê em tavilê bên darizandin. 550 parlamenter em biçin û destlênedanê rabikin. Eger ji we tê, de fermo."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştî serdana Malên Gel bersiv da pirsên rojnamevanan.
Rojnamevanan daxuyaniya Yalçin Akdogan a "Li Dolmabahçeyê metneke hevpar a hatiye xwendin nîne. Wan banga Ocalan xwendin, min jî sekna hikûmetê anî ziman" bibîr xistin û Demîrtaş li ser vê yekê got, "Avakirina aştiyê karekî hêsan nîne. Gel aştiyê dixwaze, lê bilêvkirina daxwaza aştiyê ya gel li nuqteya avakirinê, wêrekiyê divê. Hûn ji bo vê yekê dikarin dest ji kursiyên xwe berdin? Eger pêwîst bike di vê oxirê de hûnê karibin dest ji canê xwe berdin? Yên vê bikin dikarin aştiyê pêk bînin. Yên dane dû kursî û meqaman, nikarin aştiyê pêk bînin."
Demîrtaş destnîşan kir ku metna li Dolmabahçeyê hat xwendin 'metna mutebeqetê' ye û got, "Bi sûcdarkirina hev, em nagihêjin ti cihî."
Demîrtaş got, "Pêwîste em tavilê ji nû ve rewşa agirbestê, mercên diyalog û pêvajoya muzakereyê bidin afirandin. Binêrin ciwanên me dimirin, leşker, polîs, gerîla, hemû jî xwişk û birayên me ne."
Demîrtaş da xuyakirin ku ew amade ne bi her kesên ji bo aştiyê bikeve bin bar tevbigerin û got, "Ji bo ji holê rakirina bêbaweriyê em dixwazin hin rayedarên di nava AKP'ê de bi roleke hîn bêhtir cidî rabin û derkevin pêş. Li ser daxwaza hin kesan nabe ku em canê ciwanên xwe, pêşeroja civakê feda bikin. Em careke din dibêjin; derhal bila çek bêdeng bibin. Di nava CHP'ê de jî gelek parlamenter hene ku vê bêjin. Em li hev kom bibin û daxuyaniyeke aştiyê ya li jorî partiyan, biafirînin."
Der barê rakirina destlênedanê de Demîrtaş got, "Ji xwe em dixwazin destlênedan were rakirin. Hûn dikarin li bernameya partiya me û beyannameya me ya hilbijartinê binêrin. Ji bilî azadiya ramanê û destlênedana kursiyê, pêwîstî bi destlênedana parlamenteran nîne."
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Me dizî kiribe, me nelirêtî kiribe divê em tavilê bên darizandin. 550 parlamenter em biçin û destlênedanê rabikin. Eger ji we tê, de fermo. Binêrin dadgerî di destê wan de ye. Tevî vê yekê jî em ji darizandinê natirsin. Em ji xwe bawer in."
Der barê fezlekeya der heqê wî de hatiya amadekirin jî Demîrtaş got, "Li ser xêrê be."