Demîrtaş: Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têkoşiya

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di berdewamiya parastina xwe ya ji doza Kobanê de diyar kir ku ew di pêvajoya çareseriyê de ji bo aştiyê têdikoşin û got: "Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têkoşiya."

Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de bi awayekî girtî tên darizandin, di roja 11’emîn de li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.

Piştî navberê jinên siyasetmedar ên girtî di nezaretê de strana bi Tirkî “Diren ha Diyarbekir diren. Direnmektir sana can veren” gotin. Dengê stranên jinên siyasetmedar ji eywana dadgehê jî hat bihîstin.

Danişîn piştî navberê bi hatina heyeta dadgehê dewam kir.

‘EV JÎ KÛMPASEK E’

Bi hatina heyetê re aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat xwest biaxive. Akat diyar kir ku nerihet e, testa Covîd-19'ê kiriye û lewam dixwaze biaxive û piştî axaftinê biçe. Akat, têkildarî beyanên şahidan axivî. Akat got: "Xwezî gava em li eywana SEGBÎS'ê bûna we beyanên şahidên nepen bigirtan. Gava em dixwazin em nikarin bên eywana SEGBÎS'ê. Dixwazim di warê beyanên şahidên nepen de heyetê rexne bikim. Gava şahid Kerem Gokalp hat guhdarkirin we û dozger bi baldan guh lê kir. We negot, 'Çi eleqeya vê bi dosyeyê re heye.' Lê hûn tim mudaxileyî parastinên me dikin. We gotibû 'fînanmana terorîzmê.' Ji ber propagandayê dozek li min hatibû vekirin, lê Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê di wê dozê de bi 'fînansa rêxistinê' ceza li min birî. Der barê min de dozke ji ber 'fînansa terorê' hatibe vekirint tune ye. Dozeke ji ber propagandayê hatibû vekirin hebû, lê ji ber ku nikaribûn bi propagandayê ceza li min bibirîn rabûn ji 'fînansa terorê' ceza li min birîn. Ev jî kûmpasek e. Ez pir eşkere dibêjim, ez ê di vê dozê de jî bereat bikim."

‘EM SERÎ NATEWÎNIN Û TAWÎZ NADIN’

Piştî Akatê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş parastina xwe ji cihê mayî domand.

 Demîrtaş, di parastina xwe de daxuyaniyên xwe yên têkildarî aştiyê û rawestandina çekan de yên wê demê yeko yeko xwendin. Demîrtaş, piştî xwendina daxuyaniyên xwe yên têkildarî aştiyê û rawestandina çekan, got: "Kesekî 14 salan li çiyê bi çekê geriyaye û paşê poşman bûye hatiye û xwestiye jiyana xwe ya asayî bidomîne û dozger jî ew qebûl kiriye. Serçava, lê tenê 93 rojan di girtîgehê de maye. Lê em hê jî bi îthamkirinan tên darizandin. Dozger Ahmet Altûn me wekî musebîbê bûyerên Kobanê didarizîne. Lê em serî natewînin û tawîz nadin. Ji lew re em xwedî rêgez in, xwedî ehlaq in. Ev heyeta HDP'ê ji bo aştiyê, ji bo rawestandina çekan xebitî. Lê niha girtiye. Lê divê heyeta we ya dadgehê berbayî têkiliyên berjwendiyî yên siyasî nebe."

‘OCALAN JI BO AŞTIYÊ XEBITÎ’

Di berdewamiya axaftina xwe de Demîrtaş got: “Divê hûn bibînin; gotinên Kerem Gokalp ên der barê min û Kamûran Yuksek de derew in. Niha hê jî li derve dibêjin, 'HDP tu tişt nekir, ji bo aştiyê tiştek nekir.' Me gelek tişt kirin. Biryara şer hatibû girtin û me tu tiştek nekir, me nikaribû bide sekinandin. Me di dema pêvajoya çareseriyê de li Qendîlê, li Îmraliyê, li Enqereyê vîna çareseriyê dît. Mirov, leşker û ên li çiyê şer nexwestin, lê hin kesan şer xwest. Em xwedî rêgez in, xwedî ehlaq in. Em ehlê siyaseta demokratîk in. Polîtîkayên ku partiya me heya niha bi rê ve birine evin. Gotina 'bila tecrîda li Îmraliyê rabe' ev e. Gotina 'Ger hevdîtin bi Îmraliyê re bê kirin dê çek rawestin' a HDP'ê ji ber vê ye. Ez 8 caran, heyeta me 30 caran çû Îmraliyê. Me HDP, samimiyeta Abdullah Ocalan dît. Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têkoşiya. Dewletê jî û hikûmetê jî samîmiyeta wî dît. Baş tê bîra min, min li Îmraliyê kesekî ku digot 'Ez dixwazim berî bimirim vî karî bi dawî bikim. Lewma ji destê kê çi tê divê bike' dît."

Demîrtaş destnîşan kir ku ew heya niha tu carî nebûne ehlê tahdeyê.

Piştî axaftina Demîrtaş, siyasetmedar parêzer axivîn û piştî parêzeran jî siyasetmedar Alp Altinors axivî.

Piştî axaftinan, danişîn ji bo 10 deqîqeyan navber hat dayîn