Demhat ê nexweş nayê dermankirin

Girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê hiştin, nayê dermankirin.

Xwişka girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat, Şengul Marti got, "Divê salekê derzî lê bê xistin. Ji ber ku derzî biha ye, dewlet nakire."

Seyfettîn Demhat sala 2015'an hate girtin û 27 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Demhat nexweşê Familial Mediterranean Fever (FMF) e, nexweşiya wî genetîk e û xwe dubare dike. Canê wî disincire, çermê zikê wî îltihap digire lewma êş dikeve zikê wî, sînga wî diêşe, movikên wî diêşe, diwerime û ev êş jî 3-4 rojan dewam dike. Demhat ji bo vê nexweşiyê dermanê Koşîsîn bi kar tîne, lê belê ev derman wî rehet nake. Tenê kêm dike û nahêle zerarê bigihîne organên din.

Demhat bi salan e li hemberî vê nexweşiyê li ber xwe dide. Derman jî êdî bandoreke têrker li bedena wî nake, bedena wî bi temamî nêm girtiye. Ji ber ku tesîra derman lê nebû, ew rakirin nexweşxaneyê. Doktoran jê re gotin ku divê rojê derziyek li zikê wî bê xistin. Yek ji vî dermanî jî bi 20 hezar TL'î ye. Eger ev derzî neyê lêxistin, organên hundirîn ên Demhat wê hemû piştî demeke kurt îflas bikin. Dewlet jî lêçûnên tedawiyê nade.

Xwişka wî Şengul Marti got, "Jê re gotine, divê malbata de lêçûnan bide. Rewşa me nîne ku em lêçûnan bidin. Rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe. Ji ber nexweşiyê şert û mercên girtîgehê jî nebaş in. Stresa zêde, xwarina neçê bandorê lê dike. Niha rîsk li ser jiyana wî heye. Em dixwazin ku tavilê bê berdan."