Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê: Dem dema serketinê ye

Deklerasyona Newroza li Stenbolê hate eşkerekirin. Di deklarasyonê de berxwedan hate silavkirin û ji bo Newrozê banga tevlîbûneke xurt hate kirin.

Newroza li Stenbolê wê îsal bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma "Dem dema serketinê ye" bê pîrozkirin.

Deklerasyona ku ji bo Newrozê hate amadekirin jî li Taksîmê li Otelekê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Hevberdevkên HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu, rêveberên gelek saziyên civakî û rêxistinên kedê tevlî civînê bûn.

Li salona civînê bi Kurdî û Tirkî pankarta bi nivîsa "Dem dema serketinê ye" hate daliqandin.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Deklerasyona li ser Newroza Stenbolê ji aliyê Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek ve hate xwendin.

Deklerasyon wiha ye:

"Kawayê Hesinkar, di mîtolojiyên gelên Rojhilata Navîn, Qefqasya û Asyayê de bûye sembolek. Di serî de gelê kurd, bi xwedîderketina hemû bindestan, li erdnîgariya Tirkiyeyê jî bûye sembola têkoşîna li dijî zilm û zordariyê. Kawayên hemdem, li hemberî Dehaqên serdemê, di roja me de jî bi heman bawerî û azweriyê têkoşîna azadî û demokrasiye dimeşînin.

Li gel êrişên ser Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî siyaseta demokratîk a kurd, li dijî nasname, çand û hebûna kurdan jî lez dan êrişên xwe. Li hemberî zîhniyeta ji bo pirsgirêka kurd serî li polîtîkaya şer dide û li dijî mekanîka darbeyê ku dixwaze tevahiya civakê dîl bigire, birêz Ocalan her tim di nava hewldanên aştiya civakî û demokrasiyê de ye. Tevî vê rastiyê jî, birêz Ocalan ev bû 24 sal ku di pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin. Li Îmraliyê ne hiqûq lê belê rejîmeke taybet a tecrîd û êşkenceyê di meriyetê de ye. Girtîgeh, bi polîtîkaya tecrîdê veguherîne warên mirinê, di serî de girtiyên nexweş, hemû girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin. Girtiyên ku sizayê wan xelas bûyî, bi awayekî keyfî nayên berdan. Ev jî nîşan dide bê ka girtî bi faşîzmeke çiqas xedar re rû bi rû ne. Di serî de birêz Ocalan, hewceye hemû girtiyên nexweş û siyasî di zûtirin dem de bên berdan. Tevahiya pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û ekolojîk ku ji ber rejîma heyî diqewimin, terkî neçareseriyê hatine kirin. Polîtîkayên şer ên topyekûn ku li ser bingeha dijminatiya li kurdan tên meşandin, li gel dijayetiya siyasî û civakî, di heman demê de sedema esasî ya newekhevî, bêedaletî, xizanî û nelirêtiyan e. Hemû çavkaniyên welêt ji bo şer hatine pêşkeşkirin û barê giran ê vî şerî jî li pişta gel, kedkar, karker û hemû bindestên Tirkiyeyê hatiye kirin. Yên ku li hemberî hemû êrişên domdar li ber xwe didan, ev êriş vala derxistin. Ev têkoşîna birêxistinkirî û yekbûyî ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, wê berxwedana demokratîk hîn mezintir bike û di DEMA SERKETINÊ de ye ku wê faşîzmê têk bibe.

LI DIJÎ DEHAQAN EM BIHERIKIN QADÊN NEWROZÊ

Yên ku keda wan tê xwarin, bindest, kesên tune tên hesibandin; yên ku ji bo ziman, bawerî û hebûna xwe têdikoşin, yên ku li zindanan bang dikin, yên li gorên zarokên xwe digerin û yên ku di konên grevan de hesabê keda xwe dipirsin;  LI DIJÎ DEHAQÊN HER DEM Û SERDEMÊ, ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ!

Dixwazin ku îro, hemû ol û baweriyên li dijî zilmê xwe bi şêweyên felsefî, çandî û etîk ava kirine, têxin bin xizmeta berjewendiyên serdestiyê yên tîranên cîhanê. Hemû baweriyên ku li dijî zilmê berxwedanê, li dijî cihêkariyê wekheviyê, li dijî kedxwariyê edaletê û li dijî şer jî nirxên aştiyê di cewhera xwe de dihewînin; JI BO NIRXÊN ME YÊN CIVAKÎ, ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ!

Dinya, ber bi tunebûnê ve diçe. Kapîtalîst, ji bo ku hîn bêhtir pereyan qezenc bikin, tu tiştek nîne ku nekin. Hêzên hegemon û emperyal ên ku şerên nukleerî dayîne ber çavên xwe, yên ku ji bo sotemeniyên fosîl ketine pêşbirkê, yên ku bi serê Rojhilata Navîn re bûbûn bela, niha jî dibin sedema mirina xelkên Qefqesya û Rojhilatê Ewropayê. Şerê dagirkerî û berfirehbûnê yê ku li Sûriyeyê dihat meşandin, bi heman armanc û hêzên bînanî hev li Ûkraynayê tê meşandin. Ji  Lîbyayê heta Sûriyeyê, ji Efxanistanê heta Ûkraynayê, koçber û penaber li her deverê; LI DIJÎ HÊZÊN KAPÎTALÎST Û EMPERYALÎST ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ!

Bajar, çiya, behr û baxçeyên zeytûnan ên ku bi çavbirçîtiya kar hatine talankirin, dengê cîhana me ye ku gav bi gav ber bi birçitî û xelayê ve diçe. Rêyek heye ku ji Efrînê ber bi Çiyayên Kazê ve dirêj dibe; JI BO KU EM BI HEV RE DI WÊ RÊYÊ DE BIMEŞIN, XWEZA ME VEDIXWÎNE NEWROZÊ!

JI NEWROZ BER BI 1'Ê GULANÊ VE

Yên ku ked, beden û nasnameya wan tê xespkirin; yên ku bi tundiya mêr tên qetilkirin, yên ku li ser navê wê biryar tê dayîn bê ka dê çend zarokan bi welidîne, dê çawa bijî û mudaxaleyî cil û bergên wan tên kirin; yên ku ji bo parastina rewa bi israr tevdigerin; yên ku ji barîqatên Rojava heta Stenbolê li ber xwe didin; JIN Û LGBTÎ’YÊN KU SERÎ NATEWÎNIN, BIÎNAD Û BIISRAR, ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ!

Çîna karker ên ku li Farplasê, li Mîgros, Yemeksepetî, Şaredariya Bakirkoyê, li febrîqeyên goreyan û li atolyeyên tekstîlê ketine grevê, komkerên beravêtiyan ên bêtemînat û di şertên zehmet de dixebitin, yên ku li Hendekê bi şewitînê, li nexweşxaneyê bi lêdanê, li dibistanên amadehî weke zarokên karker bi keda deste xwe vê dinyayê ava dikin;  DI RÊYA BER BI 1’Ê GULAN VE ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ!

LI DIJÎ DEHAQAN BIBIN KAWA

Malbata Şenyaşar; Mehmet Fatîh Tiraş, Emîne Akçay û Enes Kara yên ku ji bilî xwekuştinê tu rêyek jê re nehatiye hiştin; Alî Îsmaîl Korkmaz, Berkîn Elvan û Ethem Sarisuluk ên di Geziyê de hatine qetilkirin; girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, Aysel Tugluk, Rojbîn Çetîn û Kemal Gomî; karkerên ji hêla faşîstan ve hatine qetilkirin Ahmet Al-Alî, Vaîl El Mansur, Alî El Hemdan; Oguz Arda Sel ku bû qurbanê xemsariya rayedaran; Gulistan Doku ya hatiye windakirin û kesên mafyayî naxwazin were dîtin; Kemal Kurkut ku li pêş çavên bi hezaran mirovan bi guleyên fermî hate qetilkirin; Mehmet Tunç, Tahir Elçî û Hrant Dînk; bangî me dikin ku ji bo têkoşînê mil bidin mile hev; li dijî Dehaqan banga Kawabûnê dikin; BANGÎ ME DIKIN KU EM BI RÊYA 3’YEMÎN WERIN BA HEV Û JI BO BERXWEDAN, SERHILDAN Û JIYANEKE NÛ, ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ!
Newroz; destpêka biharê û roja hêvî, hesret û serketinên mezin e. Em ê Newroza 2022’yan, weke Newroza azadî û serkeftinê pîroz bikin. Ji bo ku em daxwaza xwe ya azadiyê bi dengekî bilindtir biqîrîn, banga me ji bo gelê me ew e ku li dora agirê Newrozê kom bibin; coş, hêrs û serhildana xwe mezintir bikin û li her devereka lê dijîn jî agirê Newrozê hil bikin."