Dede: Li hemberî girtinê parêznameya me amade ye

Alîkarê Hevserokatiya HDP’ê Umît Dede diyar kir wan parêznameya li hemberî girtina HDP’ê amade kirine û wê di 21’ê Nîsanê e pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê bikin.

Serdozgeriya Komarê ya Saziya Darizandinê (Yargitay) ji bo pêşkêşkirina parêznameya li hemberî doza girtina HDP’ê heta 21’ê Nîsanê dem dabû. Gelên Tirkiye û Kurdistanê li benda biryara vê dozê ne.

Alîkarê Hevserokiya Ji Hiqûqê Berpirsyar a HDP’ê Umît Dede derbarê rewşa doza girtinê agahî da ANF’ê.

Dede diyar kir di 21’ê Nîsanê de beriya ku dem biqede wê parêznameya pêşîn pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê bikin û wê Yargitay bi devkî li wan guhdarî bike. Dede diyar kir piştre wê raportor derbarê meseleyê rapora xwe amade bike. Dede diyar kir îddîanameya ku hatiye amadekirin ne li gorî Peymannameya Mafen Mirovan a Ewropayê û ne jî li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Dede diyar kir di parêznameya xwe de wan qala biryara Komîsyona Venedîkê kirine û got “Bi vê îddîanameyê re derbarê HDP’ê di warê hiqûqî de nikarin doza girtinê bidin destpêkirin. Me bi delîlan pêşkêş kiriye ku ji sala 2015’an û vir ve li hemberî HDP’ê zext heye û doza girtinê jî girê van tiştan bi sedemên siyasî hatine amadekirin. Em baş dizanin ku dema lêpirsîn didome, partiya desthilatdar dixwaze bandorê li ser saziyên darizandinê bike û rê li ber wan dixe. Em dibînin ku siyasetmedar û berdevkên partiya desthilatdar li ser dadgehê zextan ava dikin.”

Dede diyar kir Bahtiyar Çolak ê ku îddîanameya li ser HDP’ê qebûl kiriye endamekî çeteyan û got “Wê wekî darizandineke ku endamekî çete dike, wê ev doz têkeve dîrokê. Tişta ku wî kirin divê ji serî ve werin kirin û ne mumkun e ku mirov bibêje tişta ku hatiye kirin li gorî hiqûqê ye.”

Dede diyar kir wan ji sala 2014’an de ve xwestine bila bûyerên di 6-7’ê Cotmeha 2014’an de yên ji bo piştgiriya Kobanê hatine kirin, werin lêkolîn û got “Me pirsname da, me xwest bila meclîs vê lêkolînê bike lê ev tişt bi dengên AKP û MHP’ê hatin redkirin. Saziyên rayedar ên dewletê û MÎT’ê heta niha lêpirsînek nedane destpêkirin. Bi ser de em dibînin hevalên me tê sûcdarkirin. Rêxistinên îstîxbartê, jendirme û midûriyeta emniyetê peywira wan ev bû ku pêşiya bûyeran bigirin lê ev sazî di doza girtina HDP’ê de bûne muştekî. Ev sazî derbarê siyasetmedarên eleqeya wan bi bûyeran tune jî giliyan dikin. Doza girtinê di bin wesayeta desthilatdariya siyasî didome û di warê hiqûqî de tu qîmeta wê tune.”