Meşa di 27’ê gulana 1995’ê de ji bo kesên li kolanê û ji malê hatine revandin û di îşkence û girtîgehan de hatine “wendakirin” hatibû destpêkirin, bi berxwedaniyeke xurt didome. Di 27’ê gulana îsal de jî, dê Dayîkên Şemiyê ku bûne sembola berxwedana vê meşê, li ber Girtîgeha Aydin Yenîpazar a ku Mehmet Agarê ji doza Sûsûrlûkê hatiye girtin û gotibû “Me hezar operasyona li dar xist” meşek girseyî li dar bixin.
Bi taybet di salên 1990’an de, li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran sivîl, rojnamevan, ciwan, jin, xwendekar, siyasetmedar ên ji bo maf, azadî û demokrasiyê têdikoşiyan, hatin wendakirin, bi komî avêtin gorran û bîrên asîtê. Bi hezaran kes li kolanan, di serdegirtinên malan û gundan de hatin girtin û wendakirin û ev kesane heta niha jî di lîsta wendakiriyan de cih digirin. Meşa ku malbat û xizmên wendakiriyan ji 27’ê gulana 1995’ê ve dane destpêkirin, heta îro jî berdewam dike.
Li ser wan stran hatin çêkirin, helbest hatin nivîsandin, bûn mijarên bi dehan nûçeyan. Ew weke Dayîkên Şemiyê ketin dîrokê. Ev Dayîkên Şemiyê bê ku zivistan, havîn, serma, germahî bînin ber çavên xwe her şemî li kolanan û têkoşîna xwe ya ji bo dîtina wendahiyan û darizandina kujeran didomînin. Gelek caran bûn mijara platformên neteweyî, navneteweyî, rojname, radyo, tv, Meclîs, dadgehên neteweyî û navneteweyî. Lê heta niha jî aqibeta wan weke roja hatine wendakirin, ne diyar in.
MEŞ DIDOME
Çalakî di 15’ê tebaxa 1998’ê de dest pê kirin, li hemberî hemû astengiyan heta hefteya 200’emîn berdewam kir. Dayîkên Şemiyê di 13’ê adara 1999’ê de yanî di hefteya 200’emîn de hatin binçavkirin, li rastî lêdan û mualemeyên xirab hatin. Piştî wê navber dan çalakiyên xwe. Dayîkên Şemiyê piştî 10 salan dîsa 31’ê çileya 2009’ê li Qada Galatasarayê li hev civiyan û heta îro didomin.
Li binê wêneyan navên wan hatine nivîsandin, Hasan Ocak, Serdar Taniş, Ridvan Karakoç, Mûrat Yildiz û bi hezaran kesên din, bi hezaran hezkirî, xizm, malbat, xwîşk, bira, heval û hogirên wan li benda wan in.
DÊ LI DIJÎ “HEZAR OPERASYONAN BIMEŞ”IN
Bi taybet têkoşîan dayîkan ev 17 sal in li Meydana Galatasaraya Stenbolê berdewam dikin, dayîk dixwazin aqibetên zarok û hevserên wan bêne zanîn û bersuc bêne darizandin û hesab ji berpirsan bên pirsîn.
Di 27’ê gulana îsal de jî, dê Dayîkên Şemiyê ku bûne sembola berxwedana vê meşê, li ber Girtîgeha Aydin Yenîpazar a ku Mehmet Agarê ji doza Sûsûrlûkê hatiye girtin û gotibû “Me hezar operasyona li dar xist” meşek girseyî li dar bixin.