DDB biryara xwe ya bi sedem aşkera kir, çav li Amedê ye

DDB biryara xwe ya bi sedem aşkera kir, çav li Amedê ye

Piştî ku biryara bi sedema a Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê Mûstafa Balbay de li Rojnameya Fermî hat weşandin, parêzeran ji bo serbestberdana wekîlên BDP'ê biryara bi sedem pêşkêşî Dadgehê kirin. Niha jî çav li 5. û 6. Dadgehên Ceza yên Giran ên Amedê ne.

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) a der barê Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Mûstafa Balbay ê ji doza Ergenekonê girtî dihat darizandin, li Rojnameya Fermî hat weşandin.

DESTWERDANA LI MAFÊ HILBIJIRÎNÊ

Di sedema biryara Dadgeha Destûra Bingehîn de tevî ku Balbay weke parlamenter hatiye hilbijartin jî ragirtina wî weke "destwerdana li mafê hilbijirînê" hat destnîşankirin. Di biryarê de hat gotin, "Serlêder, ji ber ku piştî weke parlamenter hat hilbijartin nehat berdan, nekarî li Meclîsa Milletê Mezin ê Tirkiyê sondê bixwe û nekarî wezîfeya xwe ya parlamenteriyê bicih bîne. Diyare ku ev rewşa wî ya girtî, ji bicihanîna wezîfeya xwe re bûye asteng û ji ber ku pêşî li mafê temsîlkarî û karên siyasî girtiye, ev yek destwerdanek li mafê hilbijirînê ye."

Di sedema biryarê de hat destnîşankirin ku darizandina bi rewşa girtî, ne li gorî berjewendiyên gelemperiyê ye, lewma biryar hatiye dayîn ku benda 7. a xala 19. a Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin.

DEMA DIRÊJ A RAGIRTINÊ LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E

Di biryara Dadgeha Destûra Bingehîn de hat destnîşankirin ku dema dirêj a ragirtinê li dijî Destûra Bingehîn e û hat gotin, "Ji ber ku serlêder bi awayekî ne maqûl girtî maye, nekarî beşdarî xebatên qanûndanînê bibe. Piştî ku serlêder weke parlamenter hat hilbijartin, eger dema ragirtinê li ber çavan were girtin, ev destwerdana giran a xebatên siyasî yên parlamenterekî, ne li gorî sîstema civaka demokratîk e. Bi sedema hat aşkerakirin re li gel benda 7. a xala 19. her wiha benda 1. a xala 67. a Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin."

ÇAV LI AMEDÊ YE DADGEHÊN 5. Û 6. ÊN LI AMEDÊ NE

Bi weşandina biryara bi sedem re, ji bo parlamenterên BDP'yî yên girtî, parêzer ketin nava tevgerê.

Parêzerên Baroya Amedê ji bo serbestberdana 4 parlamenterên BDP'yî û Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, biryara bi sedem pêşkêşî 5. û 6. Dadgehên Ceza yên Giran ên Amedê kirin.

Bi pêşkêşkirina biryara bi sedem re çav li biryara dadgehan a der barê wekîlên girtî ye.