Dayîkên Şemiyê dîsa li qada Galatasarayê kom bûn û helwesta dewletê ye li hemberî çalakiya birçîbûnê şermezar kir. Dayîkan di çalakiyê de diyar kir ku, grev ket roja 46'an û wiha got: "Dest ji polîtîkayên ku dayîkan bê zarok dihêlin berdin. Bi sedan ciwanên Kurd ketin sînorê mirinê. Bi lezgîn bersiv bidin daxwazên ku ji bo demokratikbûnê teqez lazime."
Dayîkên Şemiyê di hefteya 396'an de dê li Qada Galatasarayê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin çalakiya xwe ya şemiyê berdewam kirin. Wekî her hefteyê vê hefteyê jî dayîk li qadê kom bûn û pankarta "Kiryar diyarin, qatil li kune vekirin û wêneyên windayan bilind kirin. Dayîkan li ser wêneyan qurnefil danîn û daxwaza edaletê kirin. Dayîkan vê hefteyê çîroka Şemsettîn Yurtseven yê 70 salî, Munir Saritaş yê 13 salî û Mîkdat Ozeken yê 18 salî ku 17 sal ber hatin binçvkirin û windakirin û çîroka Huseyin Toraman yê 21 sal bere hate revandin û windakirin vegotin û aqûbeta wan pirsîn.
Dayîka Murat Yildiz yê 17 sal berê hate revandin Hanife Yildiz, xwest aqûbeta windayan bê ronîkirin û xwest ji bo vê yekê gel di nava piştevaniyê de be. Hevjîna Fehmi Tosun Hanim Tosun jî anî ziman ku, bi salane li gora hevjînê xwe digere, lê heta niha tiştek bi dest nexistine. Tosun da zanîn ku, dayîka Cemil Kirbayir Dayîka Berfo ligel temenê xwe yê pîr û nexweşiyên xwe bi şopa aqûbeta kurê xwe ketiye û wiha got:
"Dayiyêk şemiyê yên ku niha li Girtigeha Bakirkoyê gritî ne dixwazin dengê xwe bilind bikin. Lê dîsa dengê me nabihîzin û me nabînin. Kijan wîcdan vê yekê qebûl dike. Dê heta kengî vê dimenê bişopînin. Girtî ji bo daxwazên xwe yên mirovane û rewa 46 rojin di greva birçîbûnê dene. Hêj hikûmet behsa kijan mirovahiye dike. Bila ji bo daxwaza girtiyan gavan bavêjin. "
Pişt re kurê Huseyin Taşkaya Şerîf Taşkaya çîroka bavê xwe xwend.
Li ser navê malbatan Maside Ocak jî daxuyanî da û xwest êdî aqûbeta windayan bê pirsîn û hesap ji kujeran bê pirsîn.