Dayikên Aştiyê laçikên spî diyarî CHP'ê kirin

Dayikên Aştiyê di çarçoveya serdana partiyên siyasî de serdana Navenda Giştî ya CHP'ê kirin. Di hevdîtinê de ku saetekê dewam kir pêvajoya aştiyê, diyaloga civakî û bendewariyên civakî hate nirxandin.

Dayikên Aştiyê, çûn serdana Navenda Giştî ya CHP’ê. Dayikan, bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de dayikan hêviya xwe ya ji aştî, diyaloga civakî û pêvajoyê û daxwazên xwe anîn ziman. Dayikên Aştiyê, di dema hevdîtinê de laçikên spî diyarî şandeya CHP’ê kir.

Di şandeya Dayikên Aştiyê de Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê cih girt. Her wiha Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Wekîla Amedê Adalet Kaya jî bi şandeyê re çûn serdanê. Di şandeya CHP’ê de jî Serokê Giştî Ozgur Ozel, Cîgira Serokê Giştî ya ji Polîtîkayên Hiqûqê Berpirsyar Gokçe Gokçen û endama Koordînasyona Ofîsa Namzetiya Serokkomariyê Emîne Uçakê hebûn.