Dayikên Şemiyê: Kesên di erdhejê de winda bûne, li ku derê ne?
Dayikên Şemiyê aqûbeta kesên di erdhejê de winda bûne pirsîn û diyar kirin ku divê koordînasyon were avakirin.
Dayikên Şemiyê aqûbeta kesên di erdhejê de winda bûne pirsîn û diyar kirin ku divê koordînasyon were avakirin.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ya ku ji bo pirskirina aqûbeta xizmên xwe yên desgîrkirî hatine windakirin û darizandina kiryaran, di hefteya 935’emîn de ye. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta kesên piştî erdheja ku navenda wê Mereş e winda bûne, pirsîn. Di daxuyaniya li ser medyaya dîjîtal hat kirin de, metna çapemeniyê ji aliyê endama Komîsyona Li Dijî Windahiyên Destgîrkirî ya Şaxa Stenbolê (ÎHD) Gamze Elvan ve hat xwendin.
Elvan wiha got: “Kesên di erdhejê de winda bûne, li ku derê ne? Gelek kes şopên xizmên xwe dişopînin, lê nagihinê. Ev kesên ku karesatek giran bi serê wan hatiye; hîna birînên xwe nepêçane, travmaya giran a windabûna xizmên xwe dijîn. Ji bo winda werin dîtin, divê koordînasyon were avakirin. Kesên piştî erdhejê nekarîne xwe bigihînin, kesên hezkiriyên xwe; em bi hemû dilê xwe bi we re ne!”