Dayikên Aştiyê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin û banga “Dest ji xwîna me bikşîne” li Barzanî kirin.

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya ku hikûmeta AKP-MHP’ê ku bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin, li ber avahiya Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê ji bo meşê hatin cem hev.

Polîsan hewl da bêhincet meşa dayikan asteng bikin, dayikan bertek nîşanî astengkirina polîsan da û diyar kirin ku beriya niha jî li heman cihî çalakî li dar xistine lê nehatine astengkirin. Polîsan jî li ser vê yekê ji dayikan re gotin ku “Ji ber meşa ku dixwazin lidar bixin li dijî organizeya dewletê ye destûrê nadin.”

Dayikên Aştiyê li ber nûnertiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiya rûniştinê de dirûşma "Ji şer re na, aştî êdî" hatin qîrîn.

Dayika Aştiyê Aklîme Keskîn a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku li dijî şerê diqewime xemgîn in û got: “Êdî bes e. Dawiya şer nîne, tu kesê ku di şer de serbikeve jî nîne. Xwîn rijandin ne tişteke baş e. Bila hemû dinya rabe ser piya aştiyê bixwaze. Ez bang li Barzanî dikim; destê xwe ji xwîna me bikişîne. Bila êdî xwîn nerije.”