Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn. Nezîr Acar 31 sal berê li Kerboranê piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe windayî bipirsin û daxwaza kujerên windakiriyan ku bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 940’emîn de online li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn ê ku di 8’ê Nîsana 1992’yan de li navçeya Kerborana Mêrdînê hatibû destgîrkirin û windakirin û carek din agahî jê nehatibû stendin.

Biraziya Nezîr Acar, Hatîce Acar daxuyanî da û wiha behsa serpêhatiya windakirina apê xwe Nezîr Acar kir: 

“Di 8’ê Nîsana sala 1992’yan de dema ji bo kirîna sewalan diçû Kerboranê, leşkerên di bin fermandariya efser Kemal Şen de bi ser malan de girtine. Nezîr Acar û du kesên din hatin destgîrkirin. Çavên wan hatin girêdan û birin Fermandariya Jendirmeyan a Kerboranê. Di saetên derengiya şevê de du kes hatin berdan lê ji wê rojê ve tu agahî ji Nezîr Acar nehatin girtin. Bavê Acar, Halîl Acar ji bo aqûbeta kurê xwe serî li Qeymeqamtiya Kerboranê, waliyê Mêrdînê û Fermandariya Lîwayê ya Mêrdînê da. Lê ev serlêdan nehatin qeydkirin. Qebûl nekirin ku Acar destgîr kirine. Bav û dayikên Acar hatin destgîrkirin û birin qereqola jendirmeyan. Dayika Acar, Celîle Acar her wê rojê hate berdan lê bavê wî 5 rojan di nezaretê de ma û êşkence lê hat kirin. Fermandarekî payebilind ji bavê Acar re got; ‘Me kurê te çawa kuştibe em ê te jî bi heman rengî bikujin’ û gef lê xwar. 

 SERLÊDAN HATIN REDKIRIN

 Malbata Acar neçar dimîne ku koçî Hezexê bike. Di serdemeke wiha tirsnak de Halîl Acar nekarî bikeve nava hewldaneke hiqûqî. Di 28’ê Kanûna sala 2005’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê da. Lê dozgeriyê di 16’ê Çileya 2009’an de biryar da ku hewcehî bi peyketinê nîne. Îtîraza malbatê ku digot lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin jî ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate redkirin. Di 16’ê Mijdara sala 2012’an de jî bi hinceta ku dosyaya Nezîr Acar ber demborînê ketiye, hate rakirin. Li ser vê yekê; malbatê di 16’ê Çileya sala 2013’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Lê Dadgeha Qanûna Bingehîn jî ev serlêdan red kir. Navên kesên ku Acar destgîr kirin û li Fermandariya Jendirmeyan a Kerboranê piştî êşkenceyê winda kirîn jî di qeydên dewletê de hene.” 

 LÊGERÎNA ME YA EDALETÊ WÊ BIDOME

Acar anî ziman ku di sala 31'emîn a windakirina Nezîr Acar de careke din bang li rayedarên dewletê dikin û wiha got: “Wezîfeya xwe ya ravekirina aqûbeta Nezîr Acar û cezakirina kiryaran bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji Qada Galatasaraya cihê hevdîtina me ya windahiyên ku 241 hefte ne li me qedexe ye, bernedin. Çend sal derbas dibe bila bi em ê dest ji edalet bo Nezîr Acar û windayên xwe bernedin.”