Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Kerboranê hatin qetilkirin kom bûn
Dayikên Şemiyê ji bo 7 kesên li Kerboranê bi êşkenceyê hatin qetilkirin daxuyanî dan û bal kişandin ku tevî delîlan jî kujer nehatine cezakirin.
Dayikên Şemiyê ji bo 7 kesên li Kerboranê bi êşkenceyê hatin qetilkirin daxuyanî dan û bal kişandin ku tevî delîlan jî kujer nehatine cezakirin.
Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin, çalakiya xwe ya 918'an ku her hefte li dar dixin, bi awayekî onlîne li dar xistin. Di çalakiya îro de ji bo 2 jê zarok 6 kesên ku di navbera 28'ê Cotmeh-8'ê Mijdara 1995'an de li Kerborana Mêrdînê ji aliyê leşker û cerdevanan di sergirtina malê de hatibûn destgîrkirin û paşê di dema destgîrkirinê de bi êşkenceyê hatibûn qetilkirin û wekî "Doza Jîtemê ya Kerboranê" tê zanîn, doza edaletê kirin. Gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.
Rêvebira Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê Hîcran Erdînç metna daxuyaniyê xwend.
Erdînç di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girtina Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê ku ji ber daxuyaniya xwe ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyên dewleta Tirk ve ve hatibûn bikaranîn, hatibû girtin û got: "Girtina Fîncanciyê mînaka dawî ya biryarên bêhiqûqî ya darazê ye."
Erdînç got ku ew ji bo Fîncanciyê doza edaletê dikin.
Erdînç bibîr xist ku 27 sal berê li Kerboranê di avêtina ser malan de leşker û cerdevanan gelek kes destgîrkirine û ew birine Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê û paşê hatine berdan û got: “Lê Davût Altûnkaynak ê 12 salî, Seyhan Doganê 13 salî, Nedîm Akyonê 16 salî, Mehmet Emîn Aslanê 19 salî, Abdûrrahman Olcayê 20 salî, Abdûrrahman Coşkûnê 21 salî û Suleyman Seyhanê 57 salî careke din venegeriyane malê.”
Erdînç anî ziman ku piştî ku malbatan li aqûbeta xizmên xwe pirsiye, cendirmeyan ji wan re gotiye "piştî lêprisînê hatin berdan, çûne çiyê." Erdînç ragihand ku lê piştî bûyerê bi 4 mehan, di 6'ê Adara 1996'an de bedena bêserî û şewitandî ya Suleyman Seyhan di bîrekê de hatiye dîtin.
Erdînç destnîşan kir ku piştî dîtina bedena bêruh a Seyhan bi du rojan çawîşê pispor Bîlal Batirir ku van qewimînan digihîne meqamên bilind ên tabûr jî tê windakirin.
Erdînç diyar kir ku piştî ku ÎDH'ê di 29'ê Gulana 2009'an de cardin serlêdan kiriye, dosye cardin hatiye vekirin û got ku piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê cardin dosye vekiriye, derket holê ku winda di dema destgîrkirinê de hatine kuştin û ew avêtine bîran.
Erdînç ev tişt gotin: "Di 2012-2015'an de piştî bîr hatin kolandin, hestî hatin dîtin. Îdianameya dozger ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Fermandarê Tabûra Cendirmeyan a Mêrdînê ya wê demê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeyê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmayan a Navendî ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cigirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawîşê Pispor Kerîm Şahînm jî di nav de der barê 18 bersûcan de doz hat vekirin. Di dozê de ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Semsûrê hat lidar xistin, kuştina 7 kerboraniyan û çawîşê pispor Bîlal Batirir di qeydên dadgehê de bi hurgulî hatin tomarkirin." Erdînç diyar kir ku lê bersûc bi hinceta ku "delîlên teqez bi dest neketine" berdan e.
Erdînç ragihand ku piştî vê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîrokê dane û îtiraz kirine. Erdînç got: "Em bang li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê dikin; gava we dosye nirxand beyanên şahidan ên derbarê bersûcan û delîlên di dosyeyê de esas bigrin. Ji bîr nekin kesên ev sûc kirine, kesên ser sûc nixumandine û kesên ew bê ceza hiştine sûcdar in. Çend sal derbas dibin bila bibin, em ê her tim doza edaletê bikin ji bo windayên xwe yên kerboranî."