Dayikên Şemiyê: Ji ber polîtîkaya desthilatdariyê erdhej bû bobelateke mezin
Dayikên Şemiyê diyar kirin ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê erdhej bû bobelateke mezin û heta ku xebatên rizgarkirinê neqede divê kavil neyên rakirin.
Dayikên Şemiyê diyar kirin ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê erdhej bû bobelateke mezin û heta ku xebatên rizgarkirinê neqede divê kavil neyên rakirin.
Ji bo dîtina kesên piştî ku hatine rizgarkirin hatine windakirin û hesabpirsîna ji kujerên wan, Dayikên Şemiyê her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakî di hefteya 934’an de jî berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de vîdeoyeke bi dirêjiya 2 deqeyan ku binpêkirinên li herêmên erdhejê vedibêje, hate weşandin.
Li ser navê Komîsyona li Dijî Windakirinên Di Nezarete de ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Masîde Ocak daxuyanî xwend.
Ocak, diyar kir ku hêj xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî nebûne, divê xebatên rakirina kavilan dest pê nekin û wiha domand: “Em ji hêla tektonîk ve li herêmeke herî çalak in. Lewma jî erdhej teqez wê çêbibin. Ji ber ku desthilatdariyê di mijarên bajarvaniyeke zexm û çêkirina avahiyên bi ewle de berpirsyartiyên xwe neaniye cih, ev erdhej veguherî bobelatê. Hêj niha jî di bin kavilan de bi hezaran kes hene. Divê ev kes li gorî rêgezên însanî bên derxistin, ziyan negihije cenazeyên wan û radestî malbatên wan bên kirin. Heta xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî nebin, divê xebatên rakirina kavilan neyên destpêkirin. Ji bo cenazeyên parçebûyîn jî divê lêkolîna DNA’yê bê kirin.”
Herî dawî jî Ocak ev tişt anî ziman: “Divê Komeleya Pisporên Tipa Edlî, zanîngeh û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî vê pêvajoyê bibin. Divê rêzê bo mafê xatirxwestinê yê kesên xizmên xwe di erdhejê de winda kirine re bigirin. Divê kesên jiyana xwe ji dest dane bên dîtin, nasnameyên wan bên diyarkirin û li gorî rûmeta mirovahiyê bên veşartin. Divê desthilatdarî rê li ber piştevaniya gel negire ku hewl didin birînên gel derman bikin. Bila qeyûman li ser navendên piştevanî û alîkariyê peywirdar nekin.”