Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Avşar bên darizandin

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de daxwaz kirin ku kujerên Mehmet Şerîf Avşar ê ku 32 sal berê di bin çavan de hat qetilkirin, bên darizandin.

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo cezakirina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakî lidar dixin. Vê hefteyê çalakiya 1101’an hate lidar xistin.

Di çalakiya ku xizmên windayan wêneyên windayan û qurnefîl hilgirtibûn de, gelek parêzvanên mafên mirovan amade bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Mehmet Şerîfe Avşar ê ku di 22'yê Nîsana 1994'an de li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatibû binçavkirin û paşê hatibû kuştin hat pirsîn.