Dayîkên Şemiyê sibê ji bo ku Mehmet Agar ku gotibû ‘Me hezar operasyon pêk anî’ û di ‘cînayetên kiryarnediyar de nayê darizandin’ protesto bikin dê li ber Girtîgeha Yenî Pazar a Aydinê çalakiyê pêk bînin. Ev çalakiya ku dayîkên şemiyê û ÎHD’a Stenbolê pêk tîne, dê HDK jî piştgiriyê bidê.
Enamên Lijneya Rêveber a HDK’ê ya Îzmîrê li ÎHD’a Îzmîrê daxuyanî da û diyar kirin ku ji bo piştgiriyê bidin dayîkên şemiyê û dê biçin ber girtîgeha Yenî Pazarê ku Mehmet Agar têde ye.
Der barê mijarê de endama lijneya HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Şen axivî û wiha got: “Dayîkê şemiyê ev 17 salin li ber Lîseya Galatasaray têkoşînê dimeşîne. Tu derî nema ku lêbidin, tu mercî nema ku serî lê bidin. Lê mixabin hêj aqûbeta gelekan ne diyare. Di dema ku cinayetên kiryarnediyar gelek zêdebûn de Mehmet Agar got ‘ Me hezar operasyon pêk anî’. Der barê vê tu lêpirsÎnek nehat kirin. Wezîrê ku ji bo wî çepik lêdan, wezîrên ku niha diçin girtîgehê serdana wî dê hesap bipirsin.”
Şen da zanîn ku Agar ji ber lêpirsîn û darizandineke eletewş ji doza Susurlukê du 2 ceza girtiye û li gorî tercîhên wî ew şandine girtîgeha Yenî Pazarê.
Şen wiha got: “Lê tu hesabê cinayetên kiryarnediyar ji wî nehatin pirsÎn. Dayîkên şemiyê sibê ji Stenbolê dê bên û biçin ber girtîgeha Yenî Pazar a Aydinê. Em jî wekî HDK’ê dê bi dayîkan re ji bo hesap bipirsin biçin Aydinê.”