Daxwazên aborî û siyasî wê rojeva 1’ê Gulanê bin

Partiyên siyasî û rêxistinên kedê bi nêzîkbûna 1’ê Gulanê re bi daxwazên zêdebûna heqdestan, azadiya çapemeniyê, çareseriya pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û naskirina mafên sendîkayan wê dakevin qadan.

Partiyên siyasî û rêxistinên kedê wê di 1’ê Gulanê ya îsal de li dijî bihabûna jiyanê, vegerandina zemê û zêdebûna heqdestê dakevin qadan. 

Endamê Desteya Rêveberiyê ya ji DÎSK’ê û Serokê Giştî yê Gida-Îş’ê Seyîd Aslan ku 1’ê Gulanê li Maltepe ya Stenbolê dakevin qadan daxwazên karkeran vegot.

Aslan diyar kir ku divê zema hatî danîn bê vegerandin, divê heqdesta herî kêm bê başkirin.

Aslan bibîr xist ku jin, ciwan û karkerên bi dîploma jî di nav de her diçe zêdetir dibe û got: “Li bazarê her tişt biha bûye. Gotin di cih de be li nava qoçxanê ne xwarin, dert dikelin. Fêkî êdî bi lib tên kirîn. Heqdesta herî kêm li jêr sînorê birçîbûnê ye. Di rewşeke wiha de ber bi 1’ê Gulanê ve diçin.”

Endamê Desteya Rêveberiyê ya ji DÎSK’ê û Serokê Giştî yê Gida-Îş’ê Seyîd Aslan destnîşan kir ku daxwazên wan zelal in û wiha domand: “Vegerandina zeman, sifirkirina vergiyên li fatûreyan. Ji nû ve diyarkirina rêjeya heqdestê herî kêm. Heqdesta herî kêm gihandina sînorê 7.500 TL. Dawî li her cûre xebatên ne ewlehiyê ya kar anîn. Ji bo hemû karan ewlekariya kar bê pêşxistin. Astengiyên pêşiya heqê sendîka û azadiyê wê bê rakirin. Bi serbestî rê bê dayîna ku karker û kedkar sendîkayan hilbijêre. Azadiya çapemeniyê, bi rêyên demokratîk pirsa Kurd bê çareserkirin. Ji bo koçberan di serî de wekhev mafê hemwelatîbûnê bê nasîn, ev daxwaz û gelek daxwazên din wê rojeva me be.”

Aslan daxuyakirin ku hemû pirsgirêkên refa karker dikişîne ji hev ne cihê ne. Di heman mercan de kar dikin û got: “Di nava heman mercan de dijîn. Daxwaza me ya ewilê vekişandina zeman e. Dixwazin heqdesta herî kêm bê zêdekirin. Mercên karkirinê bên başkirin. Dixwazin mîna mirovan kar bikin, bijîn û daxwaza heqdesteke weke mirovan dikin. Wê li gorî herêman daxwazên me cihê bin. Li Karadenizê em ê ji bo karkerên Çaykur a werzî daxwaza kadro bikin. Daxwazên hilberînerên çayê, dîsa daxwaza karkerên werzî yên sektora gida hene. Dîsa daxwazên kadroyên xwaringehên nexweşxaneyan hene. Karê wekhev, heqdesta wekhev û gelek daxwazên din ên mîna van hene, wê 1’ê Gulanê daxwazên me bin.”