Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re, îro jî hate redkirin

Serlêdan parêzer û malbatê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, îro jî hate redkirin. Daxwaza hevdîtinê bi gotina: “Eger mercên hevdîtinê asayî bûn em ê agahî bidin we” hate redkirin.

Piştî hewldana darbeyê ji ber ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têkîlî tuneye der barê rewşa wî de fikarên raya giştî zêdetir bûne. Malbat û parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç, Faîk Ozgur Erol serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dabû. Serlêdana malbat û parêzeran wekî duh îro ji bi bersiva "Dema ku mercên hevdîtinê pêk hat em ê agahî bidin we" hate radkirin.