Nijadperestê êrîşî HDP'ê kir hat berdan
Nijadperest Mehmet Beyazit ê ku êrîşî Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê kir, hat berdan.
Nijadperest Mehmet Beyazit ê ku êrîşî Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê kir, hat berdan.
Nijadperest Mehmet Beyazit ê ku duh êrîşî Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê kir, hat berdan. Beyazit, duh çûbû avahiya partiyê û ji endamên partiyê re gotibû "hûn terorîst in" û êrîşî wan kiribû û endamên partiyê jî ew bêbandor kiribûn û radestî polîsan kiribûn.
Piştî êrîşê Walîtiya Stenbolê jî daxuyaniyek belav kir. Walîtiyê derpêş kir ku bi sûcê "heqaret", "destdirêjî, destavêtin û gefxwarin" û "zirara li mal û milk" gelek qeydên êrîşkar hene û li Nexweşxaneya Demargirî û Perwerdehî û Lêkolînê ya Ord. Prof. Dr. Mazhar Osman a Bakirkoya Stenbolê qeyda wî heye.
Beyazit, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 7'an hat kirin. Dadgeriyê Beyazit berda.
Parêzerê partiyê Ferdî Yamar, bertek nîşanî berdana Beyazit berda. Yamar diyar kir ku HDP, bi awayekî sîstematîk rastî van êrîşan tê û got ku daraz jî bi polîtîkaya "bêcezatiyê" ser van sûc û êrîşan dinixumîne.