Çûyîna ber Girtîgeha Bakirkoyê ya ku Parlementera BDP’ê Sebahat Tuncel û BDP’iyan çalakiya birçîbûnê lê didomînin bi biryara walîtiyê hate qedexekirin.
Derdorê Girtîgeha Bakirkoyê ya ku Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û komek ya BDP’iyan ji duh ve dest bi çalakiya birçîbûnê kirine, hatiye dorpêçkirin.
Polîsên ku bi panzer û hêzên çevîk rêyên diçin girtîgehê girtin û destûr nadin biçin ber girtîgehê. Kesên ku ji bo hevdîna cejnê jî çûn piştî ku ji îdareya girtîgehê pirsîn û di lêgerînek dirêj de derbazbûn girtin hundir.
Polîsan got, bi biryara walîtiyê ji dervey ziyaretvan û parlementeran destûr nadin çapemenî jî bikeve hundir.