CSU: Peyman betal bibin ziyana mezin wê bigihe Tirkiyê

‘’Krîze Încîrlikê’’ ya di navbera hikûmeta Alman û Tirkiyê de berdewam dike û hevkarê koalîsyonê CSU’yê banga xwe dubare kir û got: ‘’Alternatîfî Tikiyê bila li Ordinê baregeh were danîn’’

CSU diyar kir, heke Tirkiye têkiliyan bijidîne, ziyana herî ezin a ku wê ji neyêniyên pekan pêk  were wê Tirkiye biîne û bi bîr xist, hikûmeta Tirkiyê heya niha ji hêla hikûmeta Alman ve hatiye destek kirin.
Wekîlê Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyanan (CSU) û Berdevkê Polîtîkayên Parastinê Florîan Hahn, ku hevparê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyanan  (CDU) a li eyaleta Bavyera ku di pêşengitiya Angel Merkel de, di roportajeke bo radyoya Deutschlandfunkê axivî, der barê meseleya Incîrlîkê de peyam dan.
Florîan Hahn çavdêriyên xwe anî zimên û got, li gel polîtîkayên zextker Almanyayê desteka xwe ya ji bo AKP’ê berdewam kiriye û weke mînaka vê destekê jî alîkariyên maddî yên di peymana penaberan de û parastina têkiliyên ekonomîk nîşan da.
Hahn bi bîr xist ku biryara der barê dirêjkirina peywira yekîneyên Alman ên li Incîrlikê di dawiya salê de wê were dengdan û got, heke destûr neyê dayin ku endamên Meclîsa Federal iyaret bikin, ev biryar wê neyê girêdan. Wekîlê CSU’yê got ew ê jî li dijî dirêjkirina dema peywira yekîneyê be, ku heya niha wî bi xwe jî ziyaret nekiriye û diyar kir daxwazên xwe yên têkilî ziyaretê, di civîna NATO’yê de bi ‘’hişkereyî gotiye.’’

 ‘KU ÎNCÎRLÎK NEBE ORDIN AN JÎ YEWNANÎSTAN HEYE’
Wekîlê partiya desthilatdar ê Almanyayê li gel hemû hewldanên Serokkomarê Tirk Erdogan jî ku destûr neyê dayin wekîlên Alman biçin cem leşkerên xwe yên li Incîrlîkê ji bo yekîneyên ku peywira keşfê dikin wê li ‘’baregehên alternatîf’’ bifikirin.
Florîan Hahn got, ‘’Ez Yewnanînstn an jî Ordinê ji bo vê baş dibînim’’ û diyar kir bi taybetî balafiregeheke Ordinê wê bikaribe bibe alternatîf. Hahn, balafirên Tornado yên keşfê ku yekîneyên Alman bi kar tînin beriya ku li Tirkiyê werin bicihkirin ji Ordinê pêşniyareke bi vî rengî hatiye.’’

‘JI BO TIRKIYÊ WÊ BIBE ZIYANEKE MEZIN’
Hahn bi bîr xist li gel vekişandina yekîniyên Alman ên ji Incîrlikê, sernekeftineke di peymana penaberan de ‘ji bo Tirkiyê wê bibe ziyaneke mezin’ û diyar kir ev ê hem di hevkariya ekonomîk de û hem jî di hevkariya leşkerî de jî were dîtin.
Hahn got Tirkiye bi deh milyonan dolar bo Almanya hinarde kiriye û got ew hêvî dikin ku Tirkî dev ji berjewendiyên xwe yên aborî bernede.
Hahn got Almanya heya niha gelek caran destek daye Tirkiyê û balkêş hat ku tenê alîkariya madî ya penaberan û têkiliyên ekonomîk nîşan da.

KRÎZA INCÎRLIKÊ ÇI QASÎ RAST E?
Têkiliyên bi dîktatoriya Tirkiyê ya Erdogan  re û hikûmeta Alman a CDU-CSU û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bi taybetî ji ber komkujiyên li Kurdistanê û derbeyên ku li azadiya çapemeniyê hatine xistin, ji hêla çapemeniya Alman û raya giştî ve bi tundî têne rexnekirin.
Weke ku di krîza mîzahê ya Jan Böhmermann de bûyî tê zanîn Angela Merkel ji bo peymana penabaran xilas bike wê tawîzan bide AKP’ê û Erdogan û têkiliyan geş bike. Ev jî bi bîra mirov tîne ku bi krîzên weke Incîrlikê wê îmjeke wiha were dayin ku têkiliyeke nebaş di navbera Merkel û Erdodan de heye û bi vî awayî jî were armanckirin ku rexneyên li ser hikûmeta Alman were kêmkirin.

...