Komek xwendekar yên endamên Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk didome çalakiyek pêkanîn.
Duh piştî nîvor di demjimêr 15’an de 10 ciwanên YXK’ê li balefirgeha Dusseldorfê belavok belavkirin û di derbarê çalakiya birçîbûnê de agahdarî dan. Ciwanên ku li beşa ketina balefirgehê çalakiya rûniştinê pêkanîn, li vir belavok xwendin. Ciwanên ku li vir têkildarî çalakiya birçîbûnê kesên derdor agahdakirin, di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî 100 îmze hatin komkirin.
Piştre çalakiya ciwana bi awayek bê bûyer bidawî bû.