Li bajarê Dortmunda Almanyayê bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd birca televîzyonê dagir kirin.
Li Dortmundê nêzî 30 ciwanên Kurd bi armanca protestokirina bêdengiya hukûmeta Alman a li hemberî greva birçîbûnê birca televîzyonê bloke kirin.
Ciwanên Kurd daxwaz dikin ku wezareta tenduristiyê ya Alman şandek bişîne Tirkiyeyê û rewşa girtiyan lêkolîn bike û dixwazin siyasetmedarê Kurd ê ku ji aliyê Swîsre ve hatibû radestkirin, serbest bêberdan.
Ciwanan ji çapemeniya Alman jî xwest ku li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng nemînin. Peywirdaran bangî polîsan kirin. Çalakiya ciwanan berdewam dike.