Ciwanên ku polîsan êşkence li wan kirin, hatin girtin

Li Edeneyê polîsan êşkence li Eyup Şendûr û Aydin Çekîn kir û piştre her du ciwan girtin.

Polîsan duh di destê sibehê de li Taxa Şakîrpaşa ya Seyhana Edeneyê operasyoneke qirkirina siyasî kir. Di serdegirtinan de Eyup Şendûr û Aydin Çekîn hatin destgîrkirin. Di dema serdegirtinê de polîsan bi qûndaxa çekê li serê Şendûr da û serê wî şikest.  Hate diyarkirin Şendûr rapora lêdanê stendiye û ew ê derbarê polîsan giliyê sûc bike.

Piştî prosedurên li emniyetê Şendûr û Çekîn sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. Li dozgeriyê bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘ li ser navê rêxistinê tevdigerin’ Şendûr û Çekîn sewqî Hakîmtiya Ceza ya Sulhê ya Edeneyê kirin û li vir hatin girtin.