Civata Giştî ya KNK’ê: Niha demê yeketiyê ye

Civata Giştî ya KNK’ê: Niha demê yeketiyê ye

Profesro Îzettîn Mustefa Resûl di Lijneya Giştî ya li paytextê Belçîka Brukselê de axivî û got; “Li Kurdistanê ‘bira kujiya’ tê wateya xwekuştinê xilas bû. Yeketî ket cihê vê. Niha demê yeketiyê ye.”

12. Lijneya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) berdewam dike. Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzadeh ku axaftina vekirinê ya Lijneya Giştî kir û li ser nave Parlementoya Herêma Federal ya Kurdistanê Dana Sofî axaftinek kir. Li ser navê Parlementoya Herêma Federal ya Kurdistanê Sofî delege û mêvan silavkirin û daxwazkir ku lijneya giştî jib o yeketiya netewî serkeftî derbaz bibe.

Piştî Dana Sofî Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal axafitnek kir. Kartal bilêv kir ku, li Kurdistanê pirsgirêka herî girîng stratejiya netewiye. Kartal anî ziman ku, Kongreya ku daxwaza hemû partî û rêxistinane, çima dixwazin û bi vê yekê çi armanc dikin, xwest ku zelaliyekê bidin vê jî.

Remzî Kartal balkişand ser hîmên bingehên yên ku pêwîste Kongreya Netewî xwebispêra wan yên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî rojevê, her wiha Kongra Gel û KCK’ê jî bingeh girtî û jib o Kongreya Netewî weke pêşniyar pêşkêşî rayagiştî kir pêwîste esas bên girtin. Kartal destnîşan kir ku, di nava van daxwazan de hêza parastinê, stratejiya hevpar û tevgera bi hev re, her wiha rêgezên bingehîn hene. Kartal bilêv kir ku, pêwîste saziyên Kongreya Netewî û xwedî rêveberiyekî hêza rêvebirinê hebe.

Remzî Kartal di dawiya axaftina xwe de got; pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn jib o azadiya gelê Krud îmkanên mezin pêşkêş dike, li gel vê xeterî jî hene, jib o xeteriyê beralî bikin jî Konferansa Netewî erkekî jê negere. Bi vê boneyê KNK’ê erkek mezin girtiye ser mile xwe û ez hêvî dikim ku bi vê Lijneya Giştî wê pêngavên girîng bên avêtin, daxwaz kir ku Lijneya Giştî bi awayek serkeftî derbaz bibe.

Piştî Serokê Kongra Gel Remzî Kartal, yek ji endamên avakar yên KNK’ê û yê Başûrê Kurdistanê Profesor Îzetîn Mûstefa Resûl axaftinek kurt kir.

Profesor Resûl destpêkê beşdarvan silavkirin û memuniyeta xwe ya ku cara duweme tevlî Lijneya Giştî ya KNK’ê dibe anî ziman. Resûl diyarkir ku, civîn û kongreyên bi vî awayî yeketiya di navbera Kurdan de bihêz dikin.

BIRAKUJÎ BIDAWÎ BÛ

Prof.Resûl di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser çêkera rêveberiya başûrê Kurdistanê û wiha got: “ Çêkera Federal ya Kurdistanê jib o Kurdan tiştek nû ye, ceribandineke.” Resûl anî ziman ku, pêwîste nirx û hêzê bidin vê çêkerê. Li gel vê pêwîste kêmasiyên wê jî bêne rexnekirin, çawa ku em bi hebûna wê bigûrûrin, kêmasiyên wan û kêmasiyên xwe jî dê rexne bikin.”

Profesor Resûl, balkişand ser pevçûnên berê yên di navbera kurdan de û şerê birakujiyê jî wekî ‘xwe kuştinê’ bin av kir. Resûl destnîşan kir ku êdî ev yek derbas bûye û got ku ew di wê baweriyê de ye ku dê êdî tiştên wisa neyên jiyîn. Resûl wiha pê de çû: “Li Kurdistanê xwekuştin yanî ‘Birakujî’ êdî nemaye. Yekitiyê şûna wê girtiye. Niha dema yekitiyê ye.”

Prof Resûl wiha got: “Belkî temenê min têr neke ku ez Kurdisana azad bibînim. Lê baweriya min bi vê rastiyê tam e. Daxwaza min ev e ku lijneya giştî bi serkeftineke mezin derbas bibe.”

Lijneya giştî piştî demeke kurd bi axaftinên kesên tevlibûne berdewam kir.

Lijneya giştî ya ku rojeva wê ‘Rewşa kurd û Kurdistanê, geşadanên siyasî yên cîhane û rojhiata navîn, polîtîkaya netewî û yekitiya netewî’ ji 30’yî zêdetir partiyên siyasî û nûnerên saziyan bi giştî 150 delege û mêvan tevli bûn.

Li bendê ye ku şertê şer yên ku bi şîdet li Bakurê Kurdistanê didome, tecrîda Giran a liser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dimeşe, nîqaşên muzakereyên siyasî, geşeganên Suriyê û başurê rojava yê Kurdisatnê û nîqaşên Kongreya Netewî bên nîqaşkirin. Ligel rojeva siyasî endamên KNK’ê jî rojeva hundirîn dê bê dest girtin.

Lijneya giştî ya ku dê du rojan bidome, roja ewil dê geşedanên rojevê bigire dest û roja duyemîn jî dê sondxwarina endamên nû, raporê komîsyonê û plansaziya dema nû pêk bîne. Li bendê ye ku Lijneya Giştî saet di 17.00’an de bidawî bibe.