Xelkê Şengalê amadekariya Cejna Êzî dike

Civaka Êzidî piştî sê rojên rojîgirtinê wê sibê Cejna Êzî pîroz bike. Li Şengalê jî xelk di bin parastina Asayîşa Êzidîxanê de bi coşeke mezin pêşwaziya cejnê dike.

Piştî sê rojan ku civaka Êzidî rojî girtin, sibe roja Cejna Êzî ye ku ev yek ji cejnên herî sereke û kevnar ên civaka Êzidî ye.

Bi boneya cejnê, li tevahiya Şengalê bi coşeke mezin xelk seredana park û cihên giştî dike.

Îro ku êvara Cejna Êzî ye û sibe cejne, xelk vê rojê bi kêfxweşî pêşwazî dike. Yek ji navendên ku herî zêde qerebalixiyeke mezin lê heye û xelk bi germî pêşwaziya cejnê lê dike, bajarokê Xanesorê ye.

Di saetên êvarî ya roja dawî ya rojiyê de, bi hezaran xelkî berê xwe da Parka Şehîd Dijwar a li navenda Xanesorê. Ji bo ewlehiyê, hêzên Asayîşa Êzidîxanê şev û roj li ser erka xwe ne.

Ji ber qelebalixiya hatin û çûnê hêzên asayîşê ji bo hêzên erka polîstên trafîkê jî karasaniyê dikin.