Cihê razanê yê 8 hezar û 76 mehkûman tune ye

Cihê razanê yê 8 hezar û 76 mehkûman tune ye

Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyeyê di rapora amade kir de ragihand ku cihê razanê ya 8 hezar û 76 girtiyan nîne. Li gorî raporê, zêdehiya kapasîteya girtîgehên servekirî 1007 û ya girtîgehên sergirtî jî 8 hezar û 76 kes in.

Hemû rexne û nerazîbûnên ji ber pêkanînên li girtîgehan li hikûmeta AKP’ê tê kirin, xwe di rapora Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyeyê de jî da der.

Li gorî raporê, di girtîgehan de 125 hezar û 270 zilam, 4 hezar û 818 jin û û 2 hezar û 281 zarok, giştî jî 132 hezar û 369 kes di girtîgehan de ne. Di sala 1999 de 70 hezar girtî û hikûmxwarî hebûn, piraniya wan ji Efûya Rehşanê sûd wergirtin û ev hejmar daket 40 hezarî. Lê di dema AKP’ê de rêjeya girtiyan ji sedî 300 zêde bû. Her wiha, rêjeya tijebûna girtîgehan jî ji sedî 200 zêde bû.

Li gorî raporê, 5 hezar û 124 girtî û 2 hezar û 846 hikûmxwariyên ji dozên siyasî hatine girtin hene. Li gorî rapora Midûriyeta Girtîgehan, di sala par de hejmara girtî û hikûxwariyan 8 hezar û 453 zêde bûne.

Li gorî meha sibatê, di girtîgehan de hejmara girtiyan 374 kêm bû, hejmara kesên bi hikmî hatine girtin jî 100 kêm bû û ya hikûmxwariyan jî 2 hezar û 226 zêde bû.