CHP’ê komîsyona meclisê protesto kir

CHP’ê komîsyona meclisê protesto kir

Di Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan aTBMM’ê de endamên CHP’ê, ji bo ku der barê komkujiya Roboskê de mafê axaftinê nedane protestor kirin û civîn terk kirin.

Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê di bin serokatiya Parlamenterê AKP’ê yê Sakaryayê Ayhan Sefer Ustun de civiyan. Ustum der barê rojevê de agahî da û destnîşan kir ku dê rapora ku komîsyona binî ji bo şîdeta li hemberî jinê û malbatê tê bikaranîn, amadekiriyê dê bê dîtin.

Parlamenterê CHP’ê yê Enqreyê Levent Gok daxwaz ki rku li mijareke ku li derveyê rojevê ye bisekine û xwes ku der barê komkujiya Roboskê de û daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Karê Hundir Îndrîs Naîm Şahîn de biaxive. Li ser vê Ustum got ku ew nekare ji bilî rojevê mafê axaftinê bide û got ku ev mijar dikarin di hevdîtinên eleqedarê rojevê de binirxînin. Li ser vê yekê di navbera Ustun û endamên CHP’ê de nîqaş derket. Li ser biryara Ustun, parlamenter Gok û endamên CHP’ê yê din civîn protesto kirin û salon terk kirin. Gok da zanîn ku dê rojeva Roboskê her tim bînin rojevê.