Şaxa ÇHD’ê ya Enqereyê xwest ku 57 kesên di encama operasyona hemwext de a li 8 bajaran di 13’ê midjarê de pêk hat, hatin binçavkirin bila demildest serbest bên berdan.
Li hemberî endamên Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) û xebatkrên Rojnameya Halkin Gunlugu di 13’ê mijdarê de li bajarên Enqre, Dêrsim, Îzmîr, Stenbol, Çukurova, Antalya, Çanakkale û Ispartayê operasyon pêk hat û di encama operasyonan de di nav de endamên ÇHD’ê yê Enqereyê Prz. Ugur Yeşîltepe jî hebû 57 kes hatin girtin.
Roja sêşemê li 8 bajaran bi awayekî hevdem operasyon pêk hat û hate îdiakirin ku opersyon li hemberî rêxistina MKP’ê ye. ÇHD’a Enqereyê daxuyanî da û diyar kir ku operayon di saetên serê sibê de pêk hatiye û got ev bivçakirin nîşaneya netehemulkirina desthilatdariyê ya li hemberî muxalefetê ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Emperyalîzm ji b ku polîtîkayên Suriyeyê rehet têxe meriyetê û zilm û mêtêngeriya bidomîne yekan riya wê ewe ku gel biçewisîne. Hemû zext û binçavkirin bi armanca pêşîgirtina têkoşîna demokratîk e. Endamê me û hempîşeyê me Ugur Yeşîltepe her tim ligel şoreşê û demokrasiyê bû. Ji ber vê jî hat binçavkirin.”
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku kesên hatin binçavkirin bila bên berdan.