Piştî ku 5. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê Leyla Zana bi sûcdarkirina “Li rexmê ku ne endama rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye û propaganda kiriye” 10 cezayê girtîgehê lê hate birîn, endamê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat yên Swêdê û Parlementerên Parlementoya Ewropayê bertekên hişk nîşan kirin. Parlementerên ku mijar birin Parlementoyê daxwazkirin ku Yeketiya Ewropayê helwestekê li hember dane.
Bi hinceta hinek axaftinên Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyal Zanayê 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn parlementerên Ewropa bertekên hişk nîşandan.
Parlementerên Swêdî daxuyaniyek ya çapemeniyê dan û daxwazkirin ku, Yeketiya Ewropayê cezayê ku dane Leyla Zanayê şermezar bikin û ji bo mafê bingehîn û azadiyê bêxin bin ewlekariyekê de Yeketiya Ewropa zextan li Tirkiyeyê bike. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Leyla Zanayê di 9 axaftinên sala 2007-2008’an de cezayê girtîgehê xwariye.
Ji Partiya Sosyal Demokrat ya Swêdê û Parlementerên Ewropayê Marîta Ulvskog û Goran Farm diyarkirin ku, dema wan bihîst cezayê girtîgehê li Leyla Zanayê birîne, şaşmane. Parlementera SAP’ê Carin Runesson bilêvkir ku, Leyla Zana bi salan ji bo mafê mirovan, pevçûna di navbera hikumeta Tirk û gelê Kurd de hewildaye ku bi rêyên aştiyan çareseriyê bîne. Carîn aşkera kir ku, careke din cezayê girtîgehê lê birîn tiştekî nayê pejirandine.
Marîta Ulvskog ku di dema borî de di erkê Sekreteriya Giştî ya SAP’ê de bû, mijar derbazî rojeva YE kiribû û ji Berpirsa Polîtîkaya Derve Catherine Ashton xwestibû ku YE’yê cezayê dane Leyla Zanayê protesto bike. Her wiha daxwazkiribû ku, ji bo li Tirkiyeyê destpêkê azadiya fikir, mafên bingehîn û azadî bikeve bin garantiyê têkevin nava tevgerê.
Parlementera YE’yê Goran Farm jî anî ziman ku, “Yek ji welatên girîng yê cîranê Yeketiya Ewropa Tirkiye, ku azadiya fikir ne xistina di bin ewlekariyekê de rewşeke ku dilê mirov pêve dimîne. Ev jî ji wan daxwazan yeke ku Tirkiye bikare bibe endamê Yeketiya Ewropayê. Tirkiye neçare ku helwesta xwe biguhere.”
Yek ji Ombudsmana15 yekîneyên cihnişînê yên li herêma Dalarna ya Swêdê Evîn Çetîn jî destnîşan kir ku, li rexmî hewildana Leyla Zana ya ji bo bi dawîbûna şer û pirsgirêka Kurd birêyên aştiyane bête çareserkirin jî 10 sal cezayê girtîgehê lê birîn tiştekî ku nayê pejirandine. Çetîn got; Pir bi wateye ku di dîroka SAP’ê de yekem care ji ber ceza dayîna siyasetmedareka Kurd di Yeketiya Ewropayê de ketiye nava hewildana.