Cezayê darvekirinê li qatilê rojnamevan Germiyanî hat birîn
Cezayê darvekirinê li qatilê rojnamevan Germiyanî hat birîn
Cezayê darvekirinê li qatilê rojnamevan Germiyanî hat birîn
Îro sibehê dadgeha Germiyan der barê qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyan biryara darvekirina da bersûcekî û kesê din jî serbest hat berdan
Birayê rojnamevan Kawa Germiyanî Karwan Ehmed der barê qetilkirina Kawa Germiyanî de ji RojNewsê re axivî. Germiyanî der barê biryara dadgehê de ev tişt anî ziman: “Beriya kêliyekê dadgeha Germiyanê biryara darvekirina kesê bi navê T.X. ê rojnameger Kawa Germiyan qetil kir de da. Her wiha dadgehê ji ber kêmbûna belgeyên pêwîst li ser bersûcê bi navê Z. A biryara serbestbûnê da.”
Kawa Germiyanî 32 salî bû. Rojnamevanekî wêrek ê Germiyanê bû. Endamê aktîf ê Sendîkayê Rojnamevanên Kurdistanê û endamê Sendîkaya Rojnamevanên Navneteweyî bû. Li Germiyan nûçegihanê rojnameya Awêne û radyoya Azadî bû. Her wiha sernivîsê kovara Rayel ku mehane li Germiyan dihat weşandin û xwedî pirtûkek bi navê ‘Germiyan lenêw belgename reşekanda’ bû.
Germiyanî di jiyana xwe de gelek caran rastî tundî û îşkenceyê hatibû.