Cezayê darvekirinê li Boksor Naqdi hate birîn
Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li şampiyonê hunerên şer Benyamin Naqdi yê ji Şîrazê ku di meha Çileyê de hate girtin, birî.
Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li şampiyonê hunerên şer Benyamin Naqdi yê ji Şîrazê ku di meha Çileyê de hate girtin, birî.
Dewleta Îranê 3’yê Çileyê boksor Benyamin Naqdi bi hinceta tevlî çalakiyan bûye, girt. Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê bi îdîaya “xirabî kiriye” cezayê darvekirinê li Naqdi birî.
Parêzerê Naqdi, Mostafa Nili ragihand ku ew ê îtîrazê biryarê bikin. Nili anî ziman ku biryar wê di nava demê qanûnî de, li Dadgeha Bilind a Îranê were temyîzkirin.