Cezayê Baydemîr hate pejirandin

Cezayê 1 sal û 5 mehan, ê ku dabûne parlamentere HDP’ê Osman Baydemîr hate pejirandin. Dibe ku Baydemîr ji parlamenteriyê were xistin.

Cezayê salek û 5 meh û 15 rojan ku bi hinceta dema ku Şaredarê Şaredariya Mezin a Amedê bû, heqaret li polîsan kiribû, li Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Osman Baydemîr vekiribûn ji hêla dadgeha îstînafê hate pejirandin. Piştî ku tezkereya Serokwezîrtiyê li Desteya Giştî ya Meclîsê hate xwendin wê Baydemîr ji parlamenteriyê bikeve.

BI FERMÎ WÊ BIBE MÎNAK

Ji ber cezayê teqezbûyî Fîgen Yuksekdag, Nursel Aydogan, Besîme Konca, Ferhat Encu û Ibrahîm Ayhan ji parlamenteriyê ketibûn. Cara pêşî sûcê heqaretê 27’ê Sibata 2018’an, ji bo ku Ahmet Yildirim ji parlamenteriyê bikeve, bûbû hincet. Heke Baydemîr jî bi heman cezayî ji parlamenteriyê bikeve, ji wekîltiyê xistin bi fermî wê bibe mînak.