Çetîn û Sertkal sewqî dadgehê hatin kirin

Hevşaredara navçeya Wan Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn û Berpirsyarê Çapemeniyê yê Şaredariya Artemêtanê rojnamevan Salîh Sertkal ên danê sibehê hatin binçavkirin, ji bo werin girtin sewqî dadgehê hatin kirin.

Hevşaredara navçeya Wan Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn û Berpirsyarê Çapemeniyê yê Şaredariya Artemêtanê rojnamevan Salîh Sertkal ên danê sibehê hatin binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dozgeriyê xwest, Çetîn bi îdîaya 'sûcê li hemberî yekparebûna dewletê' û Sertkal jî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' werin girtin.