Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Qereqozax û Eyn Îsa kirin
Çeteyên DAIŞ’ê hewldanên xwe yên êrîşkirina Rojava didomînin.
Çeteyên DAIŞ’ê hewldanên xwe yên êrîşkirina Rojava didomînin.
Çeteyên DAIŞ’ê hewldanên xwe yên êrîşkirina Rojava didomînin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Qereqozaxê yê li başûrrojavayê Kobanê yên ku ji çeperên başûrê Cerablûsê ye, kirin.
Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hat gotin: “13’ê Kanûnê saet 13.00-13.30’an, ku çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Qereqozaxê yê ku li başûrrojavayê Kobanê yê ku ji çeperên başûrê Cerablûsê ye û derdora wê kirin.
13’ê Kanûnê saet 10.00-11.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî bajarokê Eyn Îsa yê girêdayî Kobanê kirin.
13’ê Kanûnê saet 15.30-16.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Rabha yê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê girdayî Kobanê kirin.
14’ê Kanûnê (îro) saet 09.00-10.00’an çeteyên DAIŞ bi hawanan êrîşî bajarokê Eyn Îsa yê girêdayî Kobanê kirin.”