Çeteyê DAIŞ'ê yê li xwe mikur hat:Ez bi MÎT'ê re xebitîm
Çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Ersen Çelîk ku li Dîlokê hat girtin, li xwe mikur hat ku ew bi MÎT'ê dixebite.
Çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Ersen Çelîk ku li Dîlokê hat girtin, li xwe mikur hat ku ew bi MÎT'ê dixebite.
Delîlên nû yên ku paşmêriya dewleta Tirk a bi çeteya DAIŞ'ê piştrast dikin derdikevin holê. Ersen Çelîk bi navê kod 'Ebû Mûsa', ku 2012'an derbasî Sûriyeyê bû û pêşî li nav El-Nûsrayê û piştre li nav DAIŞ'ê bû, li Dîlokê hatibû girtin. 6'ê Tebaxa 2015'an li Midûrîyeta Ewlekariya Bajêr a Dîlokê û piştre jî li 1. Dadgeriya Ceza û Silhê ya Dîlokê di îfadeya xwe de der barê têkiliyên karûbarê di nav çeteyan de û têkiliyên wan bi rêxistinên sîxûran re vagot.
Çelîk Îlona 2014'an bi pereyên ku danê hate Stenbolê û bi 50 hezar dolarî ji bo keşfê li ser sînor bike du helîkoptêrên ku ji dûr ve têne birêvebirin standiye û piştî ku vegeriyaye Sûriyeyê, E.Ç'yê 13 salî bêyî malbatê bi xwe re biriye. Tebaxa 2015'an dema ku vegeriyan bira E.Ç ji hêla bav ve dema ku radestî polêsan tê kirin birayê mezin Çelîk li Dîlokê tê girtin.
'MIN AGAHÎ DA ENQEREYÊ'
Di îfadeya xwe de anî zimên ku ew li Denîzliyê mezin bûye û 2012'an bi mebesta ku li dijî PKK'ê şer bike çûye Hatay-Reyhanliyê û ji vir jî derbasî Sûriyeyê bûye. Çelîk diyar kir ew pêşî ketiye nav El-Nûsra lê piştre vegeriyaye Tirkiyeyê û piştî ku şeş mehan li Edeneyê maye vê carê jî çûye Minbicê û tevlî nav DAIŞ'ê bûye.
Çelîk amaje pê kir dema ku ew di nav çeteyan de bûye bi Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê re û bi MÎT'ê re têkildar bûye û wiha eşkere kir bê ka têkilî çawa hatiye danîn: "Di vê maweyê de di ser WhatsAppê re min agahî vediguzenin Şûbeya Dij Terorê ya Enqerê û MÎT'ê, hevdîtinê bi telefonê tomarkirî ne. Hemû agahiyên hewce min dane, ji bo ku bêhtir alîkariya min bigihije çi ji destê min were ez ê bikim."
Çelîk ku li xwe mikur hat ew bi Şûbeya Dij Terorê û MÎT'ê re xebitiye piştre hate girtin.
Ersen Çelîk ê bi navê xwe yê kod 'Ebû Mûsa' ji "endamtiya rêxistina terorê" bi doza ku li 1. Dadgeha Ceza û Silhê ya Dîlokê, bi daxwaza cezakirina 15 salan tê darizandin.