Cenazeyên şervanên YPJ û YPG’ê ji aliyê deh hezaran ve hatin definkirin

Cenazeyên şervanên YPJ û YPG’ê ji aliyê deh hezaran ve hatin definkirin

Cenazeyê şervana YPJ’ê Eylem Duz (Elefterya Gever) li Geverê û cenazeyê şervanê YPG’ê Yakup Bîlîr (Dilşêr Dilovan) li Amedê ji aliyê deh hezaran ve hatin defnkirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Eylem Duz (Elefterya Gever) a li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ, jiyana xwe ji dest da li Geverê hate definkirin.

Cenazeyê Eylem Duz (Elefterya Gever) a YPJ’î piştî otopsiya li Rihayê, anîn navçeya Geverê ya Colemêrgê. Cenaze li nêzî pira Şakîtayê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Cenaze ji aliyê girseya di nav de rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER’ê yên Geverê, Hevşaredarên Colemêrg, Gever, Bajêrgeh, Buyukçîftlîkê jî hebûn ve hate pêşwazîkirin û anîn Taxa Kişlayê. Li ser rê welatiyan jî bi dirûşm û çepikan cenaze pêşwazîkirin û dirûşmên “Şehîd namirin” berz kirin.

Tîmên taybet li ser rêya Oremarê pêşiya cenaze birîn û destûr nedan cenaze bikeve navenda navçeyê. Li ser vê konvoya cenaze kete Taxa Gungorê û ji vir kete navenda navçeyê. Esnafên navçeyê jî derabeyên dikanên xwe venekirin. Cenaze li navenda navçeyê ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û meş hate lidarxistin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Eylem Duz a YPJ’î, alên PKK, KCK, PYJ û HPG’ê hatin vekirin û dirûşmên “Şehîd namirin” “Tolhildan” hatin berzkirin. Cenaze anîn mizgefta Navendî ya Taxa Kişlayê û li vir wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Piştre cenaze birin goristana li Taxa Ormanê û li vir hate definkirin.

Piştî cenaze hate definkirin sirûda “Çerxa şoreşê” hate xwendin û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Nûnerên MEYA-DER’ê yê Geverê Cengîz Ortaç li vir axivî û wiha got: “Şehîdên me yên di berxwedana gelê me de jiyana xwe ji dest dane namûs û şerefa gelê Kurd in.” Piştre dayika Duz, Saîme Duz axivî û wiha got: “Keça min şehîda gelê Kurd û şehîda Ocalan e. Keça min bûka gelê Kurd e.”

ŞERVANÊ YPG’Ê  YAKUP BÎLÎR JI ALIYÊ DEH HEZARAN VE HAT OXIRKIRIN

Cenazeyê şervanê YPG’ê Yakup Bîlîr (Dilşêr Dilovan) ê li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ jiyana xwe ji dest da ji aliyê girseyê ve ji mizgefta Bayramogul hate wergirtin û ji ber ku polîsan destûr neda meşê bi saetan çalakiya rûniştinê pêk hat. Li hemberî biryarbûna girseyê polîs mecbûr man destûr bidin meşê. Girseya ku cenazeyê Bîlîr wergirt heta Goristana Yenîkoyê meşiya. Li her kolan û taxa ku cenaze lê derbas bû, bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Li Cadeya Hatboyu polîsan carake din pêşiya girseyê girtin. Piştî aloziyeke demkurt hejmara girseyê ku gihîşt deh hezaran û girse careke din bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” “Kurdistan wê DAIŞ’ê re bibe goristan” meşa xwe domand.

Girseya nêzî goristanê bû cenaze li ser milan bi dirûşmên “Şehîd namirin” birin goristanê. Piştî wecîbeyên olî bi sirûda "çerxa şoreşê" cenaze hate definkirin. Malbatê ala PKK’ê kirin nava gora Bîlîr.

Di merasîma ku ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin de Hevseroka Giştî ya MEYA-DER’ê Leyla Ayaz axivî û diyar kir ku wan soz daye yên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û wê ji îro şûn ve jî xwedî li têkoşîna wan derkevin.

Piştî Ayaz Hevseroka DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û got ku êdî Kobanê ji bo DAIŞ’ê bûye goristan û ji bo welatê azad ji 7 salî heta 70 salî her kes têkoşînê dimeşîne. Zumrut li hemberî helwesta polîsan nerazîbûn nîşan da û spasiyên xwe li gelê ku tevî astengiyên polîsan meşiyan kir.

Piştre xalê Bîlîr Mewlûd Bîlgîç axivî diyar kir ku dema cenazeyê Bîlîr hatiye şûştin her du çavên wî vekirîbûn û wiha got: “Çaveke wî di gelê wî de ma, çavekî wî jî di hevalên wî yên şervan de ma. Îro çavên wî yên di gelê wî de ma hate girtin. Sibê dema Kobanê bi ser ket jî wê çavên wî yê din jî bê girtin.”

Piştî merasîma cenaze girse ji bo sersaxiyê çû Mala Şînê ya Pasûriyan. Sersaxî wê 3 rojan bidome.