Cenazeyên welatiyên ku duh li Taxa Eşrefiyê ya Helebê di encama topbarana artêşa Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi gundên wan ve derxistin rê. Nuçihanên Rohanî Tv û ANF'ê jî di nav de, rewa birîndaran jî ber bi başiyê ve diçe.
Li Taxa Eşrefiye ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn, duh komek endamên Artêşa Azad xwestibûn bikevin taxê, lê ji aliyê YPG'ê ve hatin astengkirin. Piştî vê bûyerê, vê carê artêşa rejîma Sûriyeyê tax topbaran kiribû û di encamê de 9 jê kurd 15 kesan jiyana xwe ji dest dabû, nûçegihanê Rohanî Tv Kendal Welat û nûçegihanê ANF'ê Cudî Ronahî jî di nav de zêdetirî 15 kes jî birîndar bibûn.
Cenazeyên welatiyên kurd ku hemû ji gundên girêdayî bajarê Efrînê ne, îro ji aliyê malbatên wan ve ji nexweşxaneyan hatin wergirtin û ber bi gundên wan ve ketin rê. Ji ber ku demek beriya niha girseya ku cenaze dibir Efrînê, di vegerê de rastî bomberana artêşa rejîmê hatibû, vê carê malbatan nexwest ku cenaze bi girseyî bêne şandin. Lewre jî cenaze tenê ji aliyê malbatan ve ber bi Efrînê ve hatin birin. Cenazeyên welatiyan dê li gundên lê ji dayik bûne, bispêrin axê.
Li aliyê din hate ragihandin ku nûçegihanê Rohanî Tv Kendal Welat û nûçegihanê ANF'ê Cudî Ronahî jî di nav de rewşa birîndaran jî berbi başiyê ve diçe û xeteriya jiyanî tune ye.