'Cenazeyên girtiyên siyasî yên Kurd jî di bin dorpêça giran de ne'
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku pergala edaletê nayê bikaranîn got “Her roj hewlên antîdemokratîk li girtîgehan zêde dibe.”
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku pergala edaletê nayê bikaranîn got “Her roj hewlên antîdemokratîk li girtîgehan zêde dibe.”
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû di derbarê îşkence û mirinên bi guman yên li girtîgehê de axivî û destnîşan kir ku pêkanînên antîdemokratîk ên desthilatdariya AKP-MHP'ê li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û diyar kir ku hikumeta naxwaze van pirsgirêkan bibîne.
‘HAWIRDORA ANTÎDEMOKRATÎK LI DERVE Û HUNDIR ZÊDE DIBE’
Gergerlîoglû anî ziman ku, hejmara girtîgehan roj bi roj zêde dibin û wiha dewam kir: “Ev yek dibe sedema binpêkirina maf û hawirdora antidemokratik li derve û hundir zêde bibe. Bi rastî ev rewş dema ku girtîgeh be xwe bi awayekî xerabtir nîşan dide. Heta wezaret, komîsyona mafên mirovan a meclîsê, Serokatiya Meclîsê, rêveberî jî bi veşartina van binpêkirinan re mijûl in. Beriya her tiştî helbet ji ber nebûna edaletê li Tirkiyeyê mirov bi hêsanî tên girtin. Ew bi darizandinên neheq tê mehkûm kirin. Êdî her kes bi biryarên dadgehên îstînafê yên herêmî û Dadgeha Bilind dizane. Welat bi Dadgeha Destûra Bingehîn a ku kêm-zêde bi dadwerî kar dike re maye. Ji ber vê yekê her kes dikeve girtîgehê.”
‘EM NIHA DI WARÊ HEJMARAN DE LI CÎHANÊ DI RÊZA DUYEMÎN DE NE’
Gergerlîoglû da zanîn ku, niha 314 hezar girtî û 383 girtîgeh hene û wiha axaftina xwe domand: “Her wiha îsal 37 girtîgehên nû tên avakirin. Hewl didin di sala 2024’an de kapasîteya xwe bigihînin 500 hezarî. Ji ber vê yekê jî tiştên ku dikin têrê nake, hewl didin zêdetir bikin. Jixwe ji ber vê girseyê gelek binpêkirin hene. Em niha di warê hejmaran de li cîhanê di rêza duyemîn de ne. Em piştî Rûsyayê duyemîn in. Ger hûn 314 hezar kes têxin kapasîteya 71 hezarî û roj bi roj zêde bibe, divê hûn çi bikin? Pêdivî ye ku hûn vegerin ser edaletê, lê dema ku em weha dibêjin, ew dibêjin, 'Gelo di girtîgehê de cudahî zêde heye? Ev jî rewşê hîn trajîktir dike. Ji ber ku em bi vê hişmendiyê girtîgeheke nû ava dikin, tijî dibe. Dîsa ji rêxistinên parêzgeh û navçeyan, ji AK Partî û MHPê ciwanan wek gardiyan digirin. Her kes wekî çavkaniya debarê dibîne. Wekîla AKP'ê ya Yozgatê broşûra hilbijartinê ya ‘Me girtîgehek jî li bajarê xwe zêde kir’ amade kiribû.”
DI ÇAR MEHÊN DAWÎ DE 24 MIRIN HENE
Gergerlîoglû got ku li girtîgehan 50 hezar kes zêdehî hene û wiha pê de çû: “Ev nîşan dide ku nehevsengiyek pir mezintir heye. Li vir helbet binpêkirina mafê tenduristiyê derdikeve pêş. Ji ber ku ev mirov di jîngeheke nebaş de dijîn. Ger ew nexweş be, ew hîn nexweştir dibe. Nexweşiyên kronîk, nexweşiyên derûnî, trawma, travmayên fîzyolojîk zêde dibin. Gelek binpêkirin hene, wek mafê pirtûkê, mafê weşanê, mafê rojnameyê, mafê sohbetê, mafê werzişê, mafê xwarina baş û hwd. Her wiha mafê wan ê ku di girtîgehê de nêzî malbatên xwe bin jî tê desteserkirin. Di çar mehên dawî de 24 kes mirine. Mirinên ji ber penceşêrê û nexweşiyên din di girtiyên nexweş de di rêza yekem de ne. Di mehên dawî de çend girtiyên ciwan mirin. Bê guman piraniya van mirinên bi guman in. Eger întîxar be, çima mirov xwe dikuje? Jixwe li Sîlîvriyê jî îfadeyên girtiyan hatin nîşandan, teşwîq jî hebûn. Bi kurtasî tengezarî an nakokî heye û di encamê de mirov bi awayekî nexweş dikevin.”
BI ZEXTÊN POLÎSAN CENAZE TÊN RAKIRIN
Gergerlîoglû anî ziman ku, yek-du kes hebûn ku wesayîta cenaze nedan wan û wiha dewam kir: “Mînak yek ji wan Garîbe Gezer bû. Her wiha nedan Mehmet Sevînç. Melayê berpirsiyar jî nexwest cenazeyê van kesan bişo. Malbatan hewl dan vê yekê bi melayên birûmet pêk bînin. Bi taybet cenazeyên girtiyên siyasî yên Kurd di bin dorpêça giran de ne. Bi zextên polîsan cenaze tên rakirin. Otomobîl nayên dayîn, bi hezaran polîs tên, mirov ji vê bûyerê matmayî dimînin. Ev tedawiya zagona sûcê bi tevahî dijminane, mixabin tund e. Her wiha niha li hin girtîgehên wiha nûçeyên grevên birçîbûnê tên. Herî dawî me bûyerên li girtîgeha Sîlîvriyê bihîstin. Hîn îzahateke rast nehatiye dayîn. Girtî sewqî girtîgeheke din kirin. Ji bo van hemûyan jî ravekirineke têrker nehatiye dayîn.”
Omer Faruk Gergerlîoglû destnîşan kir ku ev di encama polîtîkaya zêde ya cezakirin û tehdîdkirina siyasî de tên kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di warê girtiyên siyasî de jî em welatê yekemîn in. Niha li cîhanê 300 hezar girtiyên siyasî yên ku ez dizanin hene. Li gorî min niha 70-80 hezar girtiyên siyasî hene. Li tevahiya cîhanê û hejmara Tirkiyeyê binêrin. Mixabin, em di vê xalê de pir li pêş in. Helbet hemû girtî siyasî ne. Hin ji wan dermanên edlî, dizî, kuştin hwd. Li vir jî sûcên narkotîkê gelekî balê dikişîne. Ev hem ronîkirina karesateke sosyo-aborî û hem jî sosyo-çandî ye. Ji siyaseta siyasî ne dûr e. Ger hûn nikaribin van polîtîkayan çêbikin, ger hûn nikaribin hilberînê misoger bikin, ger hûn nikaribin van zarokan bixebitînin dê encam ev be. Divê ev hemû ji hikûmetê, serbixwe neyê nirxandin.”
SIBÊ: Parêzer Destîna Yildiz, anî ziman ku ji bo binpêkirinên mafan li derve xwe nîşan bidin, divê girtî û malbatên wan serî li rêyên ku bidin meşandin bidin û got “Ger lêpirsîneke bi bandor neyê kirin, wê li ser bûyeran bên girtin.”