Cenazeyê Mehmet Sevînç radestî malbatê hate kirin
Cenazeyê Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Akhîsarê di encama xwîn çûbû ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Akhîsarê di encama xwîn çûbû ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê radestî malbatê hate kirin.
Mehmet Sevînç (63) ku li Girtîgeha Tîpa a Akhîsarê girtî bû û di 3'ê Nîsanê de xwîn çûbû ser mêjiyê wî, vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê cenazeyê Sevînç rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Îzmîrê. Piştî otopsiyê cenaze radestî malbatê hat kirin. Zarokên Sevînç ên ku cenaze bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bimre edalet" wergirtin, diyar kirin ku bavê wan hatiye qetilkirin.
Nûnerên Komeleya Girtî û Xizmên Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji bo cenaze wergirin hatin pêşiya ATK'ê.
WÊ LI KOCAELIYÊ WERE DEFINKIRIN
Cenazeyê Sevînç ji bo bişînin Stenbolê û ji wir jî bişînin Kocaeliyê ber bi Balefirgeha Adnan Menderes ve rêxistin.
Cenazeyê Sevînç wê sibê piştî nimêja nîvro li Goristana Darica Nene Hatun bê definkirin.