Malbatên gerîlayên HPG’ê Sevîm û Serhat ên ku di operasyonên li Dêrsim û Mûşê de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî çûn Meletiyê û serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan, cenazeyên zarokên xwe nas kirin û ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin.
Malbata gerîla Erhan Serhat ku kurê wan li navçeya Gimgima Mûşê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû ji bo cenazeye kurê xwe wergirin çûn Meletiyê. Malbat piştî seri li dozgeriyê dan, cenazeyê kurê xwe nas kirin û cenazeyê kurê xwe wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe wergirtin ber bi gundê Gençalîya Navçeya Patnosa Agiriyê ve bi rê ketin.
Di 22'ê gulanê de li navçeya Pulurê ya Dêrsimê operasyon derketibû û 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata gerîla Mercan Sevim (Zîlan Ruken) ji bo cenazeyê keça xwe wergirin ji Sêrtê çûn Meletiyê. Malbat piştî ku serî li dozgeriyê dan û cenaze nas kirin cenazeyê keça xwe wergirtin û ber bi Sêrtê ve bi rê ketin. Malbata Sevîm dê cenaze li Goristana Şeyhmusa ya Sêrtê bi girseyî bisprêin axê..