Cenazeyê ku polîsan revandibû radestê malbatê hat kirin

Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin li Sakaryayê radestê malbata wî hat kirin.

Vedat Çem Erkmen ê li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê di hucreyê de girtîbû duh êvarê bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Erkmen ê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) rakirin Midûriyeta Goristanan a Navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê, ji malbatê hat revandin. Cenaze li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin.

Birayê Erkmen, Saîm Erkmen jî di wesayîta cenaze de bû û polîsan dest danîbû ser telefona û girtîbû. Lewma heta Sakaryayê kesî xwe negihand Saîm Erkmen. Erkmen diyar kir ku wan li Sakaryayê cenaze wergirtine û neqlî wesayîta xwe kirine.

Saîm Erkmen destnîşan kir ku cenazeyê birayê wî bi awayek kêfî ji aliyê polîsn ve hat desteserkirin û revandin.

Malbatê ji Sakaryayê cenaze wergirt û ji bo veşartinê ber bi Qersê ve kete rê.