Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek berevajî lêgerînên berê ji bo parlementerên girtî got; "Heke makezagon û zagon destûrê nadin parlementerên girtî tu riyên din dê neyên dîtin”.
Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek piştî hevdîtina bi Serokê Parlementeroya Ewropayê Martîn Schulz a li meclîsê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Çîçek pirsa li ser parlementerên girtî bi van hevokan besivand. "Çi nehat axaftin nizanim. Mûxalefet jî Serokwezîr jî daxuyaniyên pêwîst kirin. Di çarçoveya zagonî de tiştekê em bikin nîn e. Heke makezagon û zagon destûrê nadin parlementerên girtî riyên din dê neyên dîtin."