Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk diyar kir ku, li 70 girtîgehan çalakiya birçîbûnê di roja 64'emîn de berdewam dike û jiyana kesên di çalakiyê de di rîskê de ye û her wiha hişyariya dibe ku agahiyên mirinan bên, kir.
Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk têkildarî zextên li ser şaredariyên BDP'yî û greva birçîbûnê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Çelîk diyar kir ku, hikûmet û çapemeniya nêzî hikûmetê BDP'ê û şaredariyên BDP'yî "terorîze" dikin. Çelîk anî ziman ku piştî erdheja Wanê di ser hinek şaredariyên BDP'yî de hatin giretin û malzemeyên alîkariyê yên şaredariyan bi îdîayên dê ji PKK'ê re rêbikin destserkirin û wiha got: "Ramana şerkirin û bêbaweriyê ya li BDP'ê ji Serokwezîr, wezîr, hemû rayedar û çapemeniya alîgir re tê ragihandin."
Çelîk da zanîn ku, piştî Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê bi ser Şaredariya Cizîrê de jî hate girtin û hard dîsk û komputerên şaredariyê hatin destserkirin û wiha axivî: "Ev nêzîkahî her tim berdewam dikin. Serokwezîr sûcdariya şaredarî naxebitin dike. Sedema şaredarî xizmetê nekin ev ramane."
‘ERDOGAN DI NÊZÎKATIYEKÎ BILA BIMIRIN DE YE’
Çelîk bilêv kir ku li 70 girtîgehan çalakiya birçîbûnê di roja 64'emîn de berdewam dike û jiyana kesên di çalakiyê de di rîskê de ye û dibe ku di heman demê de mirin pêk bên. Çelîk destnîşan kir ku, Serokwezîr Erdogan di nav nêzîkatiyekî "bila bimirin" de ye û wiha pê de çû: "NêzîkaTiya Serokwezîrê welatê dixwaze li Rojhilata Navîn bibe model li hemberî jiyana mirov çibe li hemberî Kurd û pirsgirêka Kurd jî wisa ye. Kesên di girtîgehê de divê emanetî dewletê bin. Nêzîkatiya serokwezîr nîşaneya înkara 90 salane. Heke di pirsgirêka Kurd tu êşên din neyên jiyîn divê nêrîna xwe biguherîne."
Çelîk têkildarî parastina zimanê zikmakî de jî wiha axivî: "Em mafê parastina zimanê zikmakî mafê mirovan yê bingehî dihesibînin. Divê demildest mijar li Meclîsê bê nirxandin. Lê di metînê de îfadeya parastina zimanê zikmakî tuneye. Di metnê de kes xwe bi zimanê dizane bîne ziman derbaz dibe. Di metînê de parastin bi devî bi sînore. Heke kes ziman hilbijêre dê tercûman bi xwe diyar bike û pereyê wî ew bi xwe bide. Ev yek li dijî rêgeza wekheviyê ya makezagonê ye." Çelîk bersiva pirsa wekîlên BDP'ê dê dest ji çalakiya greva birçîbûnê ber bidin an na jî wiha da: "Di 7'ê mijdarê de wekîlên BDP'ê bang li kesên di girtîgehê de di çalakiya birçîbûnê de ne kir û gotin 'me nobet dewir girt hûn dest jê berdin' Lê girtiyan got heta tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin û diyalog neyê destpêkriin dest bi çalakiya xwe bernadin."
'ZIMAN DIVÊ ZIMANÊ AŞTIYÊ BE'
Çelîk li ser nîqaşên darvekirinê jî wiha got: "Mafê mirovan ên herî bingehîn mafê jiyanê ye. Ev maf ji kes bê girtin nayê qebûlkirin. Bi vê reyê pirsgirêkên civakê neyên çareserkirin. Divê ziman zimanê aştiyê be."