Cejna "Barbara" li Dêrikê hate pîrozkirin

Cejna "Barbara" li Dêrikê hate pîrozkirin

Welatiyên Suryanî yên bajarê Dêrikê cejna "Barbara" bi şahiyekê pîroz kirin.

Welatiyên Xiristyan, her sal cejna "Barbara" pîroz dikin. Welatiyên Suryanî yên li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê cejna "Barbara" bi şahiyekê pîroz kirin. Şahî ji aliyê Jinên Yekîtiya Suryanî li Hola Suryaniyan a bajêr bi beşdariya dehan welatiyan hate lidarxisitn. Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtinê du şano hatin pêşandan û stran hatin pêşkêş kirin. Şahiya pîrozkirinê bi govend û stranan bidawî bû.

Welatiyên ku beşdarî şahiyê bûn, li gorî kevneşopiyan cilên cuda li xwe kirin û rûyê xwe veşartin.

Li gor hin jêderên dîrokî, Barbara keça maldarekî pûtperest bû, Barbara ji pêxember Îsa hez dikir û bû xiristyan, lewma bavê wê xwest wê bikuje. Barbara jî neçar ma ku bireve. Li gorî jêderan Barbara xwe di nav zeviyên genim de veşart, cilên cuda li xwe kirin û rûyê xwe ji xelkê veşart.